07:55 18 Kanûn 2017
Zindî
    Xurmatû

    Li Xurmatû berpirsê komîsyona hilbijartinê hate revandin

    © RojNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Li gorî nûçeya RojNewsê li qezaya Xurmatû berpirsê komîsyona hilbijartinan jî di nav de 2 kes ji aliyê kesên nenas ve hatine revandin; herwiha li Selahedînê jî jinek hatiye revandin.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Xûrmatûya parêzgeha Salahedînê 12ê Mijdara 2015an di navbera kurdan û milîsên Heşda Şeibî de alozî û şerekî dest pê kir. Pişt re bi sedan mal, kargeh hatin şewitandin û bi dehan kes hatin kuştin, ev alozî hê jî dem bi dem dewam dikin.

    Berpirsê Ragihandina Qeymeqamtiya Xurmatû Mihemed Fayîq destnîşan kir ku şeva din li taxa Eskerî kesek hatiye revandin; herwiha li taxa Îmam Ehmed jî wesayîteke sor hatiye ber mala berpirsê komîsyona hilbijartinê yê Xurmatû û ew revandine.

    Fayîq destnîşan kir ku şeva din li taxa Zihurî ya parêzgeha Salahedînê keçek ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê balafirêke şer ket
    Biratî bi TOMAyê hate pelçiqandin!
    Îvanov: 'Rûsya, 160 malperên ku piştgirî didan terorîstan girtin'
    Walîtî li kolanekê ji bo 2 saetan qedexe rakir
    Demirtaş: ‘Em dê vê teqînê bişopînin'
    Etîketan:
    berpirsê komîsyona hilbijartinê yê Xurmatû, revandin, Qeymeqamiya Xurmatû, Mihemed Fayîq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de