04:33 16 Kanûn 2017
Zindî
    Dr. Şiwan Qeladizeyî

    Tevgera Îslamî: 'Doza kurdan rewa ye û dengê wan bi bombebaranê nayê birîn'

    © Foto: RojNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya RojNewsê Parlamenterê Kurdistanê Dr. Qeladizeyî derbarê êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan de axivî û got: ‘Doza gelê kurd li her dera Kurdistanê dozeke rewa ye. Em hêvîdar in ku pêvajoya aştiyê dest pê bike û xwe ji tundiyê dûr bixin.’

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê Kurdistanê ji Tevgera Îslamî Dr. Şiwan Qeladizeyî destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyayê gelek caran dirûşmeyên aştiyê û çareseriyê berz kirine, divê êdî dirûşmeyên xwe bixe pratîkê û wiha ragihand: ‘Divê hikûmet nehêle rewşa heyî aloztir bibe û mirin zêde bibin. Em hemû van êrîşên li dijî gelê kurd şermezar dikin. Bombebarankirina gundên wekî Zargelê û herêma Qendîlê hewldanên bê berhem in. Em piştgiriyê didin riyên aştiyane û diyalogê. Divê rayedarên tirk bi HDP û PKKê re bikevin nava giftûgoyan.’

    'Doza kurdî dozeke rewa ye'

    Parlamenterê Kurdistanê axaftin xwe wiha berdewam kir: ‘Wekî navbeynkariya ji bo aştiyê, me hewl daye ku ligel PKKê civînekê li dar bixin û dibe ku em serdana Tirkiyayê jî bikin. Divê dîsa diyalog dest pê bike. Dewleta tirk heta niha ewqas tund û tûjî bi kar anî; lê rastî şkestin û ziyanê hat. Doza gelê kurd dozeke rewa ye û divê bi şêwazekî aştiyane mafê gelê kurd bê dayîn. Tu carî doza gelê kurd a rewa bi top û balafiran bêdeng nabe.’

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Tirkiyeya ku balafira me xist, çû NATOyê
    Li Cizîrê Pevçûn: polêsek hat kuştin û 3 jî birîndar in
    Li Siltanahmeda Stenbolê teqîn: 11 kuştî û 15 birîndar
    Rejima Îranê li Mehebadê 10 ameleyên kurd girtin
    Xezîneya DAIŞê hate îmhakirin
    Hêzên ku operasyona Mûsilê bikin eşkere bûn
    Artêşa Tirkiyeyê garaj da ber topan: 30 kamyon şewitîn
    Partiya Çep a almanî: ‘Hikûmeta tirk bi çekên almanî kurdan qir dike’
    Etîketan:
    mafên rewa yên gelê kurd, doza rewa ya gelê kurd, tund û tûjî, riyên aştiyane û diyalog, dirûşmeyên aştiyê û çareseriyê, doza kurdî, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Dr. Şiwan Qeladizeyî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de