21:54 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Şanoger Bedîe Dartaş

    'Pêwîste her kes piştgiriya berxwedana Bakûr bike'

    © Foto: Roj News
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 93 0 0

    Şanoger Bedîe Dartaş û hunermend Karwan Faruq derbarê êriş û kuştinên hêzên dewleta tirk ku li bajarên kurdan pêk tînin de axivîn û gotin ku: ‘'Pêwîste her kes piştgiriya berxwedana Bakur bike.'

    Hewlêr - Dartaş û Farûq ji Roj Newsê re axivîn û derbarê êriş, qedexe, kuştin û dorpêça ku hêzên dewletê li bajarên kurdan pêk tînê de nirxandinên xwe anîn ziman.

    Şanoger Bedîe Dartaş êrişên dewleta tirk ên li bajarên kurdan li hemberî gelê kurd pêk tên şermezar kir û diyar kir ku ew bi hêvî ye ju berxwedan wê bi serkeve û got:'Em weke hunermend qet cûdahî naxin di navbera parçeyên din ên Kurdistanê û divê her kes xwedî li berxwedana Bakûr derkeve.'

    Bedîe Dartaş di berdewama axaftina de wiha got: ‘Em ji vê yekê bi bawerin berxwedan û qehremaniya gelê Bakurê Kurdistanê wê serketinê bîne. Kurdên Bakurê Kurdistanê her tim helwesta wan hebû. Em bi berxwedana wan gelek dilxweş û serbilindin. Ji ber ku bi hemû rengî karine li hemberî kiryarên dewletê yên nerewa rawestin. Her tim hikûmetên dîkdator li hember îradeya gel têk çûne. Wê dîsan têk biçe.'

    Hunermend Karwan Faruq
    Hunermend Karwan Faruq

    Derbarê berxwedana mijarê de hunermend Karwan Faruq jî got: ‘Li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd berxwedanekî bêhempa li hemberî dewleta mafê wan nasnake dide maşandin. Mafê gelê Bakurê Kurdistanê ye ji bo bi destxistina mafên xwe berxwedanê bikin. Weke hunermendên Başûrê Kurdistanê bi hemû rengî piştgiriya Bakurê Kurdistanê dikin û divê ev berxwedan berdewam bike.'

    Bi heman mijarî:

    Sekreteryaya Ocalan di bin tecrîdeke mezin de ne
    Li pêşiya Seferatxaneya TC a li Londrayê çelenga reş hat danîn
    Nasnameyên 2 şervanên YPGê diyar bûn
    Li Rûsyayê şermezarkirina komkujiyan
    YNK: 'Divê hemwelatiyê kurd baca nakokiyên siyasî nede'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de