17:51 22 Sibat 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî û Jakub Landovsky

    Barzanî: 'Kurdistan nabe parçeyeke nakokiyên siyasî'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Îro roja duşemê (11.01.2016) Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedînê şandeke Wezareta Parastinê ya Komara Çek pêşwazî kir û civînek li dar xist.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna ligel Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Komara Çek Jakub Landovsky de sipasiya hikûmet û gelê Kurdistanê pêşkêşî gel û Hikûmeta Çek kir û ji bo hevdîtinê xweşhaliya xwe anî ziman.

    Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa sedemên derketina şidet û terorê kir; herwiha gengeşeya êl û eşîrî wekî sedemeke sereke ya geşbûna terorîstan da zanîn; lêbelê gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyan û lêborînê ye û tu carî nabe beşek ji gengeşeya eşîrî û mezhebî.

    Debarê rêbazên têkoşînê yên li dijî DAIŞê de jî Barzanî got: 'Terorîstan di asteke herêmî û cîhanî de berbelav bûne. Pêwist e ligel şerê leşkerî, şerê îdeolojîk û aborî yê terorîstan jî bê kirin. Rewşa siyasî ya Iraq û herêmê xurtkirin û çekdarkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêwist dike.’

    Bi heman mijarî:

    Hikûmetê dest bi firotina erseyên xezîneyê kir
    Nasnameyên 2 şervanên YPGê diyar bûn
    Tevgera Îslamî: 'Kurd mecbûrî serxwebûna Kurdistanê ne'
    Li paytextê şer, êriş û teqîn: Herî kêm 34 kes hatin kuştin
    Ji parlementerê rûsî çalakî: Erdogan kurdan qetil dike!
    Serfermandarê Pêşmerge got: ‘Plana me ya êrişkirina li ser DAIŞê heye'
    Etîketan:
    çanda pêkvejiyan û lêborînê, sedemên derketina şidet û terorê, xurtkirin û çekdarkirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, Rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê, şerê aborî, şerê îdeolojîk, şerê leşkerî, Wezareta Parastinê yê Komara Çek, Jakub Landovsky, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de