10:44 22 Hezîran 2018
Serokatiya Herêma Kurdistanê

Hikûmetê dest bi firotina erseyên xezîneyê kir

© Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber bêperetiyê dest bi firotina erse û milkên xezîneyê kir .

Navenda Nûçeyan — Wezareta Bajarvaniyê ya Herêma Kurdistanê diyarkir, ji bo pere û bûdceyê pêwîste dê hinek erse û milkên xezîneyê bifroşin.

Cîgirê Wezîrê Bajarvaniyê Xesro Kemal li ser vê yekê axivî û got: ‘Qanûnê rê daye vê yekê ku her gava pêwîst bû şaredarî dikarin beşek ji erse û milkên xezîneyê bifroşin.'

Xesro Kemal diyar kir ku niha ji hemû demên din zêdetir pêwîstiya şaredariyan bi pere heye ji ber wê jî biryar hatiye dayîn beşek ji erse û milkên xezîneyê bifroşin.

Cîgirê Wezîr, da zanîn ku ji bo firotina beşek ji erseyên xezîneyê, xebatên firotinê dest pê kirine. Erseyên xezîneyê bi nirx pir in çimkî ew cureyên erse û milkan kêm hatine parvekirin û firotin.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê bi bombeyan êrişî leşkerên Îranê kirin
Herêma Kurdistanê dê petrola xwe ji Iraqê cihê bifroşe
Şanda DTKê serdana Serokê Herêma Kurdistanê dike
Îtalya jî balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike
Li Kurdistanê mesrefa elektrîkê ji qezenca wê zêdetir e
Etîketan:
Bêperetî, Bûdçe, Milk, Xezîne, Erse, Firotin, Wezareta Bajarvaniyê ya Kurdistanê, Xesro Kemal, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de