13:36 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Li Herêma Kurdistanê bi bombeyan êrişî leşkerên Îranê kirin

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 62701

    Li navçeya Xaneqîn a Herêma Kurdistanê bi 3 bombeyan êrişî leşkerên Îranê û milîsên şîe kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Xaneqîn a Herêma Kurdistanê bi 3 bombeyan êrişî leşkerên Îranê û milîsên şîe kirin. Di encama teqînan de leşkerekî îranî yê endamê tîma vedana gora bi komî hat kuştin û leşkerekî din ê Îranê li gel 2 welatiyên sivîl û 3 milîsên şîe birîndar bûn.

    Fermandeyê Lîwaya 3 a Bejayî ya Hêza Pêşmerge ragihand li xaleke kontrolê ya kevn teqe li Hêzên Pêşmerge hat kirin û pêşmerge jî bersiv dan. Piştre bombek bi milîsên şîe yên Heşda Şeibî ve teqiya û di encamê de 3 milîs birîndar bûn û rewşa tendirustiya her 3 endamên milîsên Heşda Şebî xirab e.

    Ji aliyekê din ve fermandeyekî din ê Hêza Pêşmerge Irfan Hemexan derbarê bûyerên Xaneqînê de got, li taxa Tolefiroş 2 bombeyên din hatibûn danîn, yek ji wan teqiya û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn. Îro serê sibehî tîmeke îranî ya vedana gorên bi komî yên leşkerên îranî ku di şerê Îran-Iraqê de hatine kuştin, mijûlî karên xwe bo vedana goreke bi komî dibe, ku bombeyek bi wan ve diteqe.

    Hemexan destnîşan kir, di encama teqîna vê bombeyê de jî endamekî tîma îranî ya vedana goran hat kuştin û endamekî din ê wê tîmê birîndar bû, ku lingêkî wî jêbûye û ber bi nexweşxaneya Hawarhatinê ya Şehîd Hejar a navçeya Kelarê ve hatiye şandin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê Heşda Şeibî bombebaran kir
    Sedr, gef li Nûrî Malikî û Heşda Şebî xwarin
    Heşda Şebi 72 saet molet da Tirkiyeyê
    XURMATÛ - Heşda Şeibî vê carê jî rêvebirê dibistanê revand
    Serokê Heşda Şebî gef li hêza tirkan xwar
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Heşda Şebî, Irfan Hemexan, Xaneqîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de