08:44 17 Cotmeh 2017
Zindî
    YNK

    YNK: 'Divê hemwelatiyê kurd baca nakokiyên siyasî nede'

    © Foto: PUK MEDIA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li gorî nûçeya Sulaimany News Network (SNN) Civîna YNK û Goranî bi dawî bû û rayedarekî YNKê naveroka civînê eşkere kir.

    Silêmanî — Îro (11.01.2016) şandeke payebilind a Tevgera Goranê çû serdana Buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û civînek li dar xist.

    Piştî civînê endamê şanda YNKê Letîf Şêx Umer derbarê naveroka civînê de ragihand ku derbarê hemahengî û pêwendiyên dualî axaftin çêbûne; herwiha ji bo qeyranên Kurdistanê û çareseriyên munasib nîqaş pêk hatiye.

    Rayedarê YNKê got:  ‘Herêmî Kurdistan di qonaxeke hestyar re derbas dibe û divê hemwelatiyê kurd baca nakokiyên siyasî nede. Herwiha ji bo dabînkirina pêşerojeke geş divê xebateke cidî were kirin û ji kêşeyan re çareserî bêne dîtin.

    Şanda Goranê ji Umer Seyîd Elî,  Usman Hacî Mehmûd, Celal Cewher û Şoreş Hacî temsîl kir û şanda YNKê jî ji Qadir Hemecan, Refet Evdila, Letîf Şêx Ûmer û Berzan Ehmed Kurde pêk hat.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ji serê salê ve me hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin
    ‘Eger cenazeyên zarokên me nedin em ê dest bi rojiya mirinê bikin!'
    Li Kurdistanê mesrefa elektrîkê ji qezenca wê zêdetir e
    Li Edene û Mêrsînê jî elewiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Kurdekî êzidî dibêje: 'Me hetanî niha 300 jin ji DAIŞê xilas kirine'
    Hizbullaha Iraqê: Ji dinyayê çek û pere bi ser DAIŞê de dibarin
    Etîketan:
    baca nakokiyên siyasî, qonaxa hestyar, qeyranên Kurdistanê û çareseriyên munasib, hemahengî û pêwendiyên dualî, naveroka civînê, şanda payebilind, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Berzan Ehmed, Letîf Şêx Ûmer, Refet Evdila, Hakim Qadir Hemecan, Şoreş Hacî, Celal Cewher, Usman Hacî Mehmûd, Omer Seyîd Elî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de