08:45 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Santrala elektrîkê, Kurdistan

    Li Kurdistanê mesrefa elektrîkê ji qezenca wê zêdetir e

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1701

    Li gorî nûçeya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sal bi hatina werza havîn û zivistanê re elektrîka Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêkan tê û hemwelatî bi qasî çend saetan bêelektrîk dimînin.

    Hewlêr – Berpirs û Rêveberê Plan û Lêkolînan ê Wezareta Elektrîkê Endazyar Yasîn Hesen ragihand ku niha Wezaret li seranserî Herêma Kurdistanê 3700 — 3800 megawat elektrîkê hildiberîne; lêbelê carinan ji ber sedemên teknîkî ev rêje kêm dibe.

    Derbarê kêm hilberandina elektrîkê de Hesen got: ‘Hemû santral baş naxebitin, hinek bi kapasîteyeke qels dixebitin û cureyê sotemeniyên wan jî bandorê li ser hilberînê dikin. Mînak Santrala Dihokê hinek bi xazê û hinek jî bi mazotê dixebitin.’

    Rayedarê Elektrîka Kurdistanê diyar kir ku xebatên nûkirina torên enerjiyê ev 2 sal in baş nayên kirin; lewre di veguhestina elektrîkê de her havîn û zivistan pirsgirêk derdikevin.

    Hesen derbarê pêwistiya Kurdistanê ya elektrîkê de jî got: Li gorî germa û sermayê pêwistî diguhere û zivistanê Herêma Kurdistanê rojane 5300-5500 megawat elektrîkê serf dike.

    Derbarê pirsgirêkên kêmbûna derhata elektrîkê de jî wiha Yasîn Hesen axivî: Kêşeya herî mezin ew e ku hemwelatî heqê elektrîkê dereng dixînin û ev deyn bi mehan dimîne. Divê Wezaret pêşiyê pergala elektrîka xwe xurt bike û veguhastina elektrîkê bigihîne asteke baş ku li hemberî xizmeta xwe pereyekî baş bi dest bixîne. Niha mesrefa elektrîkê ji derhata wê zêdetir e.’



    Bi heman mijarî:

    Li Edene û Mêrsînê jî elewiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Kurdekî êzidî dibêje: 'Me hetanî niha 300 jin ji DAIŞê xilas kirine'
    Hizbullaha Iraqê: Ji dinyayê çek û pere bi ser DAIŞê de dibarin
    Li Wanê êrişa polêsan: Parlementerê HDPê birîndar bû!
    Ciwanên Kurdistanê li Silêmaniyê civiyan
    Li Wanê polês êrişê protestoyê kir
    Zaxarova, ji şêwirmendê poroşenko re got, tu Naziyan tîne heşê min
    Piştî temambûna xendeqan dê dewleta Kurdî bê îlankirin
    Etîketan:
    pêwistiya elektrîkê ya Kurdistanê, Santrala Dihokê, kapasîteya Kurdistanê ya elektrîkê, Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê, Rêvebiriya Plan û Lêkolînan ê Wezareta Elektrîkê, Yasîn Hesen, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de