05:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Koçberên êzidî

    Kurdekî êzidî dibêje: 'Me hetanî niha 300 jin ji DAIŞê xilas kirine'

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAY
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2510

    Kurdekî êzîdî eşkere kir ku wî heta niha 300 jin û keçên êzidî ji destê DAIŞê xilas kirine.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî malpera Rûdawê Kurdêkî êzidî yê bi navê Murad Berces gotiye ku wî, 3 hefteyan piştî êrişa DAIŞê li ser Şingalê, çend kesên êzidiyê li bajarê Reqa ya Sûriyê telefonê wî kirine û daxwaz jê kirine ku wan rizgar bike. Murat Berces got: ‘Çi ji destê min hat min kir, min karî destpêkê de 3 keçên êzîdî ji destê DAIŞê xilas bikim.

    Murad Berces her wiha da zanîn ku 13 endamên malbata wî jî ketine destê DAIŞê û got: ‘Ez heta niha nizanim çi hatiye serê 2 jinbira, 2 xûşk û 4 biraziyên min. Ji ber wê jî dema kesek daxwaza alîkariyê ji min dike ez zû bersiv didim û alîkariya wan dikim, çimkî ez êşa wan dizanim.'

    Li gorî ku Murad dibêje, wî 300 keç û jinên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar kirine,

    Murad Berces, bi pere ew keç û jinên êzîdî rizgar kirine lê nexwest wî pereyî ku ji bo rizgarkirina wan daye, eşkere bike tenê ev got: ‘Hinek ji wan bi 700 dolarî hinek jî bi 10 hezar dolarî hatine rizgarkirin.'

    Berces da zanîn ku tevahiya pereyê ku ji bo rizgarkirina jinên êzêdî hatiye xerckirin, ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Koçberan ve hatiye dayîn û heta niha jî ew alîkarî didome.

    Navborî jinên ku hatine xilaskirin ji bo parastina jiyana wan, derheqê çawaniya xilas kirina wan de agahî neda, tenê ev got, piraniya yên ku hatine xilaskirin li bajarê Til Eferê bûn, beşek jî li Mûsilê û hinek ji wan jî li bajarên Reqa û Dêrezorê yên Sûriyê bûn.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Clînton: DAIŞê jenosîd anî sere kurdên êzidî
    Heta niha 100 kurdên êzidî di rêya koçberiyê de mirine
    Cenazeyên 15 penaberên kurdên êzidî birin Kurdistanê
    Li Cizîrê cinaze bi alayên spî hatin wergirtin
    ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt
    Etîketan:
    Xilas kirin, Êzidî, keç û jinên êzidî, Herêma Kurdistanê, DAIŞ, Murad Berces, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de