03:37 14 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî şanda Holandayê pêşwazî kir

    Heyeta Holandayê bi Serok Barzanî û rayedarên Kurdistanê re civiya

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro ( 10.01.2016) Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ligel şandeke bilind a Hikûmeta Holandayê civiya.

    Hewlêr — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro şandeke hikûmeta Holandayê ji Cîgirê Serokwezîr Lodwijik Asscher, Wezîra Parastinê Jeanine Hennis û Sererkanê Hollandayê Tom Middendorp pêkhatî pêşwazî kir.

    Ji aliyê Kurdistanê ve jî Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Pêşmerge yê bi Wekalet Kerîm Sincarî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Sererkanê Pêşmerge Ferîq Cemal û Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Ferîq Cebar Yawer amade bûn.

    ​Di hevdîtinê de şanda holandî pesna rola Pêşmergeyê Kurdistanê kir û ji bo Pêşmergeyên ku di şerê dijî terorîstan de bi navê parastina pêkhateyan canê xwe gorî kirine serxweşî da Serok Barzanî û gelê Kurdistanê. Herwiha diyar kir ku piştgiriya Holandayê ya li Kurdistan û hêzên Pêşmerge dê berdewam bike; ew dê pêwistiyên Pêşmerge dabîn bikin.

    Şanda holandî qedrzaniya xwe diyar kir ku Herêma Kurdistanê digel aboriya xwe ya lawaz mêvandariya milyonek û heşt sed hezar koçber û penaberî kiriye; herwiha şerê terorîstan kiriye û nehiştiye rewşa wan kambaxtir bibe.

    Ji aliyekî din ve şanda holandî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinek pêk anî û hêvî xwest ku pirsgirêkên Kurdistanê di demeke zûtir de biqedin û civaka navneteweyî alîkariyeke zêdetir pêşkêşî Kurdistanê bike.

    Nêçîrvan Barzanî şanda holandî pêşwazî kir.
    Nêçîrvan Barzanî şanda holandî pêşwazî kir.

    Bi heman mijarî:

    Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir
    JÎNGEHA KURDISTANÊ - Dewleta Îranê dişewitîne û kurd diparêzin
    Li Amedê teqîn: 1 polês û 1 leşker hatin kuştin
    Pûtîn bi hemleyên nedîtî reqîbên xwe mat dike
    Goreke komî ya 30-40 kesî hate dîtin
    Etîketan:
    pêwistiyên leşkerî yên Pêşmerge, parastina pêkhateyan, şanda holandî, serxweşî, Wezareta Parastinê ya Holandayê, Tom Middendorp, Jeanine Hennis, Lodwijik Asscher, Fuad Husên, Ferîq Cemal Mihemed, Felah Mistefa, Cebar Yawer, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de