19:54 22 Hezîran 2018
Gora komî/komelî

Goreke komî ya 30-40 kesî hate dîtin

© Foto: BasNews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Li gorî nûçeya BasNewsê hemwelatiyekî Herêma Kurdistanê Wezareta Kar û Barên Şehîd û Enfalan agahdar kiriye ku li gundê Tûreqê yê nêzîkî Hewlêrê goreke komî dîtiye û Wezaretê lijneyeke lêkolînê şandiye cihê bûyerê.

Navenda Nûçeyan – Berpirsê Wezareta Kar û Barên Şehîd û Enfalan Fuad Osman ragihand ku hemwelatiyekî agahdariya goreke komî daye Wezaretê û ji bo lêkolînkirina vê rastiyê şandek ava kiriye.

îran
© Foto : AFP PHOTO - SAFIN HAMED
Osman diyar kir ku komîsyona pispor a Wezaretê gihiştiye cihê bûyerê û piştî lêkolînan gihiştiye wê rastiyê ku ji 30î heta 40 cenazeyî tê de hene û diyar e ku kiryareke dema Sedam Hisên e.

Osman eşkere kir ku heyama serhildana mezin a Kurdistanê ev kes li leşkerxaneya wê demê ya Hewlêrê hatine gulebarankirin û li vî cihî hatine veşartin.

Bi heman mijarî:

Hêzên dewletê rêvaberê MEYADERê kuştin!
Rûsyayê ji bo şopandina Stenbolê pergala radarê test kir
Li gorî agahiyên ji Emniyeta Wanê hat hilanîn polêsan 12 ciwan înfaz kirine!
Îranê bavê sê zarokan bêsedem gulebaran kir
Li Stenbol û Elezîzê operasyona DAIŞê
Serok Barzanî ji xwendekareke zanîngehê re name şand
Cebar Yawer: 'Bexdayê çekên Pêşmerge desteser nekirine'
Etîketan:
serhildana mezin a Kurdistanê, cenaze, qetliyam, qetlkirin, gora komî, lêkolîn, Wezareta Kar û Barên Şehîd û Enfalan, Fuad Osman, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de