12:44 20 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Serok Barzanî ji xwendekareke zanîngehê re name şand

© Foto: EVRO
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê Serokê Herêma Kurdistanê bi nameyekê bersiv daye keçeke kurd a ku tabloya xwe ya bi navê “Şehîd” jê re şandiye.

Navenda Nûçeyan — Keça kurd a ji navçeya Soranê Tara Kurmanc Izet li ser tabloyekê darek xêz kir û li ser her belçimeke darê jî navên pêşmergeyên şehîd nivîsî. Dema ku Tarayê ew tablo ligel nameyekê ji Serokê Herêma Kuristanê Mesûd Barzanî re şand, di bersivê de nameyek fermî gihişte ber destê wê.

Tabloya Tara Izet
Tabloya Tara Izet

Barzanî di destpêka nameya xwe de sipasî û xweşhaliya anî ziman ku Tara Kurmanc bi hestên pak û bi disloziyeke welatperane ev tablo xêz kiriye.

Xwendekara zanîngehê Tara dibîne ku Barzanî di nameya xwe de ji bo wê wiha nivîsiye: ‘Niha lawên welatê me li eniyên parastinê, bi xwîna xwe dastanê diafrînin û bûne sembola qehremaniyê, hemû cîhan jî şanaziyê bi Pêşmerge dike.’

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya nameyê de diyar dike ku Kurdistan ber bi pêşerojeke geş ve diçe û daxwaz ji xort û gencan dike ku bi xwendin û baweriyeke xurt Kurdistanê ber bi pêş bibin.  Name bi hêviya bextewarî û serkeftinê diqede.

Nameya Mesûd Barzanî ji bo keçeke kurd
Nameya Mesûd Barzanî ji bo keçeke kurd

Bi heman mijarî:

Cebar Yawer: 'Bexdayê çekên Pêşmerge desteser nekirine'
Li Wanê polêsek hat kuştin
Li Şirnexê 8 cenazeyên revandî hatin wergirtin
Kurdistan pakêteke reformê ya duyemîn amade dike
Cîgirê Bexdadî û 200 terorîst hatin kuştin!
Etîketan:
hêviya bextewarî û serkeftinê, sipasname, tabloya şehîdan, Tara Kurmanc Izet, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de