13:28 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşker

    Artêşa Îtalyayê Hêzên Pêşmerge perwerde dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Artêşa Îtalyayê, Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji bo şerê li dijî DAIŞê perwerde dike.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Îtalyayê, Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji bo şerê li dijî DAIŞê perwerde dike.

    Malpera Panorama ya îtalî, wêneyên perwerdeya leşkerî yên Pêşmergeyên Kurdistanê belav kir. Her wiha tê gotin ku armanca vê perwerdekirinê jî ew e ku Hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAİŞê de bihêztir bibin.

    Li gorî agahiyên berdest, ji xeyrî Îtalya, Almanya, Brîtanya, Hingarya, Norweç, Finlandiya û Hollanda jî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê perwerde dikin. Her wiha ligel perwerdeya Pêşmergeyan alîkariya lojîstîk û çek û cebilxane jî tê kirin.

    Piştî ku DAİŞê êrîşî navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê kirin, Îtalyayê bi gelek awayan alîkariya Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Her wiha ligel alîkariyên leşkerî alîkariya mirovî jî kir.

    Bi heman mijarî:

    Îtalya: 'Em ê pêwendiyên bi Kurdistanê re xurtir bikin'
    Senatoya Îtalyayê: ‘Em ê alîkariya leşkerî û mirovîn bidin Kurdistanê’
    Îtalya jî balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike
    Dewleta Îtalya 450 leşkerî dişîne Bendava Mûsilê
    Îtalya li Kurdistanê kargeha berhemên zeytûnan vedike
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, Artêşa Îtalyayê, Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de