09:49 21 Îlon 2017
Zindî
    Osman Ocalan

    Ocalan: 'Ditirsim ku tiştek hatibe serê kekê min ê Evdila'

    © Foto: Rûdaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 89301

    Nûçegihana Awêne Newsê Binar Hidayet bi Osman Ocalan re hevdîtinek pêk anî ku birayê Rêberê PKKê Adbullah Ocalan dibêje: ‘Ev 8 meh in kesekî Abdullah Ocalan nedîtiye û gumana min li ser jiyana kekê min heye. Ditirsim ku ziyanek gihiştibê an jî tiştek hatibe serê wî.’

    Navenda Nûçeyan – Osman Ocalan diyar kir ku bi qasî heşt mehan malbata Abdullah Ocalan û parêzerên wî pê re hevdîtin nekirine; herwiha ew 5 kesên ku pêre zindanî bûn jî nekarîne malbat û parêzerên xwe bibînin, çavê kesî bi wan zindaniyan neketiye.

    Ocalan wiha berdewam kir: 'Birayê min ê Mihemed daxwaza dîtina kekê min ê Evdila kir; lêbelê dewleta tirk xerabûna kosterê hincet nîşan da û daxwaza wî red kir.'

    Derbarê jiyan û tenduristiya Ocalan de jî wiha got: 'Derbarê jiyan û tenduristiya wî de gumanên min hene. Ji ber ku çi çarê daxwaza dîtina wî bê kirin, hikûmeta Tirkiyayê bi bihaneyên curecureyî serdanan taloq dike.'

    Hêjayî gotinê ye ku Rêberê PKKê Adbullah Ocalan 4ê Avrêla 1948an li gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê hatiye dinyayê, di ciwaniya xwe de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) avakiriye, 15ê Reşemiya 1999an ji Kenyayê hatiye revandin û heta niha di Zindana Grava Îmraliyê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Tetwanê 12 kes hatin girtin!
    Wezîrê berê yê Pêşmerge Erdogan derewand
    Li bajarên kurdan morg tijî bûne, dewlet destûra defnê jî nade!
    Li Qamişloyê şevbêrka helbestan
    Pisporê cografyayê: 'Di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de dewleta kurdî jî heye'
    YJA Star:'Hêrsa me ji her demê zêdetir e'
    Etîketan:
    bihaneyên curecureyî, jiyan û tenduristiya Abdullah Ocalan, hevdîtin, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Osman Ocalan, Abdullah Ocalan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de