14:04 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Pisporê cografyayê: 'Di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de dewleta kurdî jî heye'

    © Foto: EVRO
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 149240

    Pisporê cografyayê yê rojnameya Evro ya Dihokê Dr. Xelîl Îsmayîl diyar kir ku berî 10 salan nusxeyek ji nexşeya Rojhilata Navîn a ku Kurdistan jî tê de dewlet e ketiye destê wî.

    Navenda Nûçeyan – Pisporê erdnîgariyê Dr. Prof. Xelîl Îsmayîl eşkere kir berî beriya 10 selan li Fransayê nexşeyeke Rojhilata Navîn dîtiye ku ji nexşeya niha cudatir e û sînorên dewletên heyî jî hatine guhertin.

    Dr. Prof. Îsmayîl got ku nexşeya niha sala 1945an hatiye amadekirin û li gorî nexşeya Osmaniyan çêbûye; lêbelê di ev nexşeya ku ez qala wê dikim ji aliyê Amerîkayê ve sala 2006an hatiye xêzkirin.

    Pisporê erdnîgariyê dibêje ku di nexşeya nû de bi çavê xwe dîtiye ku sînorê gelek welatan hatiye xêzkirin ku di nav wan de dewleta Kurdistana Azad, Loristana Azad û çendek dewletên din hebûne.

    Derbarê bicihanîna vê nexşeyê de jî akademîsyenê kurd dibêje ku stratejiya Amerîkayê kîjan dem û hawirdor plan kiribe, dê wisa bikeve rojevê û vegere rastiyekê.

    Derbarê rola Kurdistanê ya di Rojhilata Navîn de jî dibêje: ‘Divê Kurdistan mîna Tirkiya û Erebistanê mezhebgiriya sunî neke û nebe hevalbend. Herwiha mîna Îran Û Sûriyayê mezhebgiriya şiî neke û li pey wan neçe. A rast divê bêalî tevbigere û destpêşxêriya karên qenc bike. Heta niha van welatan çi alîkarî kiribin baca xwe jî standine, tiştekî bêberdêl tuneye. Hêvîdar im ku kurd şaşiyên berê dubare nekin û nekevin xeneqa hev.’

    Bi heman mijarî:

    YJA Star:'Hêrsa me ji her demê zêdetir e'
    PKK: ‘Em soz didin ku em ê tola jinên kurd ên qetilkirî hilînin'
    Ocalan ji Demîrtaş re gotiye: ‘Tu zehf direvî; lê gol navêjî'
    Şêx Google Şêxê Diyanetê derewand
    Li hember dardekirinên kurdan cîhan bêdeng dimîne
    Bîlançoya operasyonên siyasî: 19 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    nexşeya nû ya Rojhilata Navîn, dewleta kurdî, Rojnameya Evro, Dr. Prof. Xelîl Îsmayîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de