20:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Îdamên Îranê

    Li hember dardekirinên kurdan cîhan bêdeng dimîne

    © Foto: Arşiv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê eşkere dikin, rejîma Îranê dixwaze bi cezaya dardekirinê kurdan bê deng bike.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, Mistefa Mewlûd derbarê dardekirinên kurdan de got: ‘Dardekirinên siyasî li seranserê Cîhanê weke binpêkirina mafên mirovan tê zanîn lê mixabin dardekirinên kurdan li Îranê weke tiştekî asayî tên dîtin.'

    Mistefa Mewlûd diyarkir Piştî şoreşa Îranê heta îro bi hezaran siyasetmedar bê darizandin hatine kuştin.

    Mistefa dewamiya axavtina xwe de got: ‘Îran dixwaze hemû dijberên xwe bi taybetî jî kurdan, dardekirinAN bê deng bike.

    Sekreterê Partiya Komela Kurdistana Îranê, Abdullah Mohtadî jî derbarê mijarê de wiha axivî: ‘Gava mirov li raporên Neteweyên Yekbûyî û gelek rêxistinên mafên mirovan dinêre, mirov dibîne ku di meseleya dardekirinê de Îran piştî Çînê di rêza duyem de cih digre.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îran bazirganiya bi Kurdistanê re asteng dike
    Kurdistan: 'Em derbarê pêwendiyên Îran û Erebistanê bêalî ne'
    Komeleya Kurd: Îran rojane 7 kesan îdam dike
    PANORAMA 2015 - KURDISTANA ÎRANÊ
    Etîketan:
    Îran, mafên mirovan, Cîhan, kurd, darvekirin, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, Mistefa Mewlûd, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de