04:33 21 Îlon 2017
Zindî
    Silêmanî

    SILÊMANÎ - Ciwanan êriş û ambargoyên Tirkiyayê şermezar kirin

    © Foto: Mekoyê Zêrîn
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36511

    Li gorî nûçeya DIWAROJê îro danê nîvro girseyeke ciwanên kurd li Silêmaniyê xwepêşandanek li dar xist û nerazîbûnên xwe li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser bajarên kurdan nîşan dan.

    Navenda Nûçeyan — Îro danê nîvro girseyeke ciwanên kurd li Silêmaniyê xwepêşandanek li dar xist û bang li dewleta tirk kir ku ablûqeya leşkerî ya li ser bajarên kurdan rake û dawî li êrişên li dijî sivîlên kurd bîne.

    Korteja xwepêşandêran di kolanan de xurt bû û rastî astengkirina Hêzên Asayişa Kurdistanê hat. Hêzên Asayişê diyar kir ku destûra xwepêşandanê nehatiye wergirtin û divê girse ji qada kombûnê derkeve. Li ser vê yekê alozî derket û Hêzên Asayişê çend ciwan derbkirin.

    Ciwanan xwepêşandêr bi dirûşmeyan qetliyama li bajarên kurdan şermezar kirin û berê xwe dan Qaymeqamiya Silêmaniyê. Piştî axaftina bi qaymeqam re girse belav bû; lêbelê hêzên asayişê li qada xwepêşandanê nobetê digirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rojava bi hezeran ciwan li dijî êrişên li bajarê kurdan meşiyan
    Malikî: ‘Bila kurd ji Bexdayê bên derxistin'
    HDPê, şertê Ocalan danî pêşiya guherandina makeqanûnê
    Îlham Ehmed ji bo hevdîtinên bi muxalefeta Sûriyê re çû Ewropayê
    Wezareta Darayî û Aborî: Miaşên Asayişê yekşem û duşemê tên belavkirin
    Etîketan:
    xwepêşandana protestoyî, Hêzên Asayişa Kurdistanê, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de