23:13 20 Îlon 2017
Zindî
    Bazirganî li Gumrika Hacî Umranê tê astengkirin

    Îran bazirganiya bi Kurdistanê re asteng dike

    © Foto: DWAROJ
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2101

    Li gorî nûçeya DIWAROJê, piştî daxistina deriyê gumrikî yê Îbrahîm Xelîl Îran bazirganiya bi riya gumrika Hacî Umeranê asteng dike û gelek bazirgan mexdûr bûne.

    Navenda Nûçeyan – Rêvebirê Gumrika Hacî Umeranê Mesûd Mihemed ragihand ku piştî daxistina deriyê gumrikî yê Îbrahîm Xelîlê bazirganên kurd hewl dane ku kel û pelên xwe ji gumrika Hacî Umeranê re derbasî Herêma Kurdistanê bikin; lêbelê dewleta fars ji bo hawirdekirinê kotayeke neheq daniye ber bazirganan û nahêle barên xwe derbas bikin.

    Rêvebirê Gumrikê diyar kir ku heta niha Îranê ji bo barkêşiyê mercek diyar nekiribû û herwiha ji bo derbasbûna tranzît li tu deverê mercên diyarkirî tunene.

    Mesûd Mihemed eşkere kir ku heta niha Kurdistanê ji bilî heqê vîzeyê li derveyî qanûna sînor û gumrikan tu pere ji welatiyên îranî wernegirtiye.

    Hêjayî gotinê ye ku sala 2008an deriyê sînorî yê Hacî Umeranê bi peymaneke di navbera Kurdistan û Îranê de hate vekirin û statûya wê wekî ‘gumrika navneteweyî’ hate diyarkirin.

    Bi heman mijarî:

    MSGê got: Strana Ahmet Kaya 'Acilara Tutunmak' hatiye dizîn
    Pêşbîniya Qedafî rast derket
    Bangewazî ji bo Barzanî: 'Bigihêje hawara kurdan'
    Erdogan: Êrişa Başîqayê, rastiya biryara me derxist holê
    Leşkerên Amerîka li Ûkraynayê diçin bar û lotikxaneyan
    Amerîka li dora milyarek dolarî dê çek bifroşe Iraqê
    Elewî û Bektaşî ji bo zilma ser kurdan dengê xwe bilind dikin
    Etîketan:
    gumrika navneteweyî, qanûna sînor û gumrikan, mercên diyarkirî, derbasbûna tranzît, kotayeke neheq, Rêvebiriya Gumrika Hacî Umeranê, Mesûd Mihemed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de