15:57 20 Îlon 2017
Zindî
    Omer Sindî

    Bangewazî ji bo Barzanî: 'Bigihêje hawara kurdan'

    © Foto: FB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33511

    Rojnameya Evro (hejmar 1796, 07.01.2016) bangewaziyeke nivîskarê kurd Omer Sindî weşand ku mudaxeleya lezgîn ji Barzanî dixwaze.

    Navenda Nûçeyan – Nivîskar û rojnamegerê kurd Omer Sindî di destpêka bangewaziya xwe de wiha bangî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir: ‘Di dirêjiya dîroka xebata xwe de we xemên hejar û belengazên kurd wekî xemên xwe zanîne û bê cudayî li her çar aliyên Kurdistanê mêze kiriye. Şikandina tixûbên destçêkirî û avakirina Kurdistana mezin xewna we ya herî kevnare bûye.’

    Sindî belengaziya bajarên kurdan wiha şîrove dike: ‘Nayê veşartin ku îro li Cizîra Botan, Silopî, Şirnex, Kerboran, Hekarî, Wan û Sûra Amedê qetliyam tên pêkanîn; rojane mirovên sivîl, zarok û jin bi destên cendirme û hêzên taybet ên Artêşa Tirkiyayê têne qetilkirin. Ambargo û qedexe ketiye meha diduyan. Di encamê de mirî nayên defnkirin; av elektirîk û hemû alavên jiyanî ji bajar, bajarok û gundan hatine qutkirin. Sivîl û belengazên kurdan bûne dar û êzingên vî agirê dijwar û tên şewtandin, gumrika giran a vî şerî didin.’

    Nivîskarê kurd di dawiya bangewaziya xwe de daxwazeke wiha ji Serokê Herêma Kurdistanê dike: ‘Li ku derê kurd tûşî sitem û zulmê bihatana bavê te yê rehmetî li wê derê bû, xema her kurdekî xema wî bû. Te jî peyama wî hilgirtiye û ji bo vê sedemê hawar û gaziya jin, zar, kal û pîr û sivîlan digihînim te. Bi riya peywendiyên we yên bi her du aliyan re û bandora kesayetiya we, hûn bikarin demildest van karesatan rawestînin û ev rewşa xwînawî bi dawî were. Em çaverê ne û piştrast in ku hûn ê li hawara kurdan herin.’

    بشانازيفة ئيرو من هاوارا كورديئن باكورئ كوردستانئ بلندكر بو جةنابئ سةروكئ هةريئما كوردستانئ

    Posted by Omar Sindy on Thursday, January 7, 2016

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Amerîka li Ûkraynayê diçin bar û lotikxaneyan
    Amerîka li dora milyarek dolarî dê çek bifroşe Iraqê
    Serokê OSPê: ‘Em alîgir in, ne navbeynkar in’
    Ibrahim Tatlises rakirin nexweşxaneyê
    Etîketan:
    rawestandina şer, rewşa xwînawî, hawara kurdan, şikandina tixûbên destçêkirî û avakirina Kurdistana mezin, bangewazî ji bo Barzanî, nivîskar û rojnamegerê kurd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de