14:59 22 Çile 2018
Zindî
    Kampa Qoştepe ya penaberên kurd ên Rojava li Herêma Kurdistanê

    Li kampa kurdên Rojava şewat: 3 kes mirin û yek birîndar e

    © Foto: Rojava News
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya Rojava Newsê li kampa Qoştepe ya penaberên kurd ên Rojava li Herêma Kurdistanê agir bi kon ket. Di encama şewatê de zarokek digel dayik û bavên xwe giyanên xwe ji dest dan.

    Navenda Nûçeyan — Şeva borî zarokê kurd ê penaber Mihemed Fewaz Mehmûd (11 salî) dayika wî Kurdistan Mihemed  (26 salî) û bavê wî Fewaz Mehmûd di encama şewata konê wan de giyanên xwe ji dest dan.

    Li gorî agehiyên berdest, bi sedema elektrîkê agir bi konê Fewaz Mehmûdê ji gundê Elî Gamêşin ê bi ser Dêrikê ve ket û 6 konê din jî pê re şewitîn.

    Di encama şewata li kampa Qoştepe ya penaberan de Fewaz Mehmûd, Kurdistan Mihemed û her du zarokên wan bi tundî şewitîn û ber bi beşa lezgîn a Nexweşxaneya Hewlêrê hatine veguhestin; lêbelê ji ber giraniya birînan dayik, bav û kurê mezin zû giyanên xwe ji dest dan.

    Li gorî daxuyaniya bijîjkên nexweşxaneyê birîna kurê din jî kûr e û xetere li ser jiyana wî ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Geverê jî kesek kuştî hate dîtin
    Li Nisêbînê welatiyek hate kuştin
    Sîpan Xelîl: 'Divê zimanê ragihandinê hêsan û sivik be'
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    Li Burdur û Mersînê 10 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    kampa penaberan, mirî û birîndar, birîna kûr, şewat, agir, Nexweşxaneya Hewlêrê, Kampa Qoştepe ya penaberên kurd ên Rojava li Herêma Kurdistanê, Fewaz Mehmûd, Kurdistan Mihemed, Mihemed Fewaz Mehmûd, Elî Gamêşin, Dêrik, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de