00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Sîpan Xelîl

    Sîpan Xelîl: 'Divê zimanê ragihandinê hêsan û sivik be'

    © Foto: RojavaNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2202

    Nivîskar û rojnamevanê Rûdawê Sîpan Xelîl di nivîsara xwe ya îro de şîret dan nûçegihanên nûgihiştî û derbarê zimanê ragihandinê de analîzek weşand.

    Navenda Nûçeyan – Rojnamagerê kurd Sîpan Xelîl di destpêka nivîsara xwe de balê dikêşe ser pêwendiya zimên û nasnameyê û wiha dibêje: ‘Zimanê me nasnameya me ye; bê ziman tu kes nikare hest, êş, kêf, evîn û ramanên xwe bîne der.’

    Derbarê zimanê ragihandinê de jî Xelîl wiha dibêje: ‘Zimanê ragihandinê ew zimanê hêsan û sivik, gotinên nêzîkî dilê kesên guhdar û xwendekar e, dûrî gotinên qelew e ku ramanê winda nakin. Kesê ku nûçeyê dixwîne, dixwaze zû bigihêje zanyariyê divê li pey wateya gotinan nekeve.’

    Xelîl aloziya zimanî ya di navbera dezgehên medyayî yên kurd de jî rexne dike û dibêje: ‘Her yek gotin û avakirina hevokan bi şêweyekî cuda ji yê din dimeşîne. Erê, di raghiandinê de şêweya sersatkirina nûçeyê dema cur bi cur be, tiştekî baş e, lê hin caran digihêje asteke wisa ku nayê pejirandin.’

    Di dawiya axaftina xwe de Xelîl wesfa zimanê ragihandinê wiha dide: ‘Zimanê ragihandinê xwedî ferhengeke taybet e, ziman di dirûvê xwe yê mezin de yekparçe ye; lê di hindur de mîna mêweya porteqalê ye, parçe û cûrane ye, her warek  zimanek e.’

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    Li Burdur û Mersînê 10 kes hatin binçavkirin
    13 cerdevanên din jî îstîfa kirin
    Parlamenterê MHPê: Bê sedem em û Rûsya bûn dijmin
    Kamuran Yuksek: ‘215 sivîl hatine qetlkirin'
    Pîlotê kurd ê yekem: 'Xewn û xeyala min li esmanê Kurdistanê ye'
    Etîketan:
    zimanê ragihandinê, aloziya zimanî ya di navbera dezgehên medyayî yên kurd de, ziman û nasname, pêwendiya zimên û nasnameyê, destpêka nivîsarê, rojnamagerê kurd, Tora Medyayî ya Rûdawê, Sîpan Xelîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de