13:35 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Kurdistanê biryareke serbixwe da: ‘Em ê petrola xwe...'

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 52510

    Serokê Komîteya Pêwendiyên Darayî û Aborî ya Parlamentoya Kurdistanê Izet Sabir ji kanala televîzyonî ya Bloombergê re axivî û derbarê nîqaşên li ser budçeya Kurdistanê de agehî dan.

    Navenda Nûçeyan – Herêma Kurdistanê biryar da ku sala 2016an petrolê nede hikûmeta Iraqê ya navendî û petrola xwe bi xwe bifroşe.

    Izet Sabir diyar kir ku hikûmeta Bexdayê para Kurdistanê ya (% 17) di budçeya sala 2015an de nedaye û dê nikaribe û hêza wê jî tuneye ku para sala 2016an jî bide.

    Sabir di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Nirxê petrolê gelekî nizm e. Derhata hikûmetê ya 2015an bi qasî nîvê texmînan derket. Heke Kurdistan li gorî peymana berê rojê 550 hezar bermîl petrolê ji hikûmeta navendî re bişîne, divê ew jî para Kurdistanê ya bi qasî milyarek dolarî bişîne; lê wisa xuya dike ku hêz û derfeta şandina para Kurdistanê di hikûmeta Bexdayê de tuneye.’

    Rayedarê Kurdistanê diyar kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa heyî nirxandiye û biryar daye ku para Iraqê ya petrolê neşîne û petrola xwe bifroşe cîhanê.

    Hêjayî gotinê ye ku ikûmeta Hewlêrê ji Hezîrana 2015an vir de bi awayekî serbixwe petrola xwe difroşe cîhanê.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li hemberî Lozaneke duyem kongreya netewî şert e'
    Li Stenbolê êrişa polêsan: Birîndar hene
    Erdogan dîsa kurd xapandin: Pirsgirêka we tuneye!
    Amerîka, Esad hetanî 2017an desthilat dihêle
    Karayilan: ‘Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê'
    Fransa: ‘Serkeftina bejahiyê di destê YPG û Pêşmerge de ye’
    Etîketan:
    budçeya sala 2016an, nirxê petrolê, Komîteya Pêwendiyên Darayî û Aborî ya Parlamentoya Kurdistanê, Izet Sabir, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de