10:18 22 Sibat 2018
Zindî
    Tariq Cewher Sermamî

    Sermamî: ‘Pêwistiya Pêşmerge bi Tirkiyayê tuneye; hedef Rojava ye’

    © Foto: FB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Tariq Cewher Sermamî bi riya telefonê beşdarî bultena kanala televîzyonî ya CBCyê bû derbarê hêza tirk a li Başîqayê û neyartiya Tirkiyayê ya bi Rojava re axivî.

    Navenda Nûçeyan —  Rêvebirê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher Sermamî di axaftina xwe de diyar kir ku pêwistiya Pêşmerge bi leşkerên tirk tuneye û Tirkiya dixwaze dewsa piyê xwe amade bike û êrişî Rojava bike.

    Rayedarê Kurdistanî diyar kir ku hebûna Tirkiyayê ya li Başîqayê li dijî serweriya Iraqê ye û got: ‘Beriya çendekê Tirkiyayê bi hinceta ku 17 saniyeyan ketiye erdê wê bi operasyoneke leşkerî balafir xist. Herwiha Hêzên Pêşmerge ji aliyê şêwirmendên artêşên herî pêşketî yên cîhanê ve tê perwerdekirin û pêwistiya wê bi leşkerên tirk tuneye. Jixwe qabiliyeteke leşkerî ya Artêşa Tirkiyayê ya perwerdekirinê jî tuneye.’

    Derbarê tevgera Tirkiyayê ya li Rojhilata Navîn de jî got: Dema ku DAIŞê êriş anî ser Kurdistan, Iraq û Sûriyayê dewleta tirk wekî temaşevanekî li bûyer û dîmenan nihêrî. Herwiha li şûna ku alîkariya mezlûman bike destê alîkariyê, pergalên lojîstîk û techîzatên leşkerî dane DAIŞê. Bi rastî Tirkiyayê çav berdaye pêşeroja Rojhilata Navîn.’

    Sermamî derbarê sedemên vê tevgera Tirkiyayê de jî wiha got: ‘Tirkiya dibîne ku nexşeyên Rojhilata Navîn ji nû ve tên xêzkirin û dixwaze tecrubeya Rojava bixeniqîne. Bi rastî Tirkiya dixwaze kurdan di nava dorpêçî û gettoyan de kontrol bike.’

    جديد مشاركتي في نشرة اخبار قناة CBC حول تواجد القوات التركية في العراق طارق جوهر: تركيا متهمة بتصدير الارهاب ولا تحارب داعش، تريد احتواء التجربة الكوردية في غرب كوردستان ، تحقيق مؤطيء قدم في اعادة رسم خارطة المنطقة. والبيشمةركة لاتحتاج الى تدريبات الجيش التركي.هذا ه ونص المداخلة الهاتفية

    Posted by Tariq Jawhar on Tuesday, December 15, 2015

    Bi heman mijarî:

    KERKÛK - Xeta xaza xwezayî ya nava Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir
    Pûtîn, talîmata lêkolînê a Koreya Bakûrî da
    Baluken: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatin înfazkirin'
    Pergala ragihandinê ya Parlamentoya Kurdistanê tê nûjenkirin
    Lêşkerên Iraqê wezîrekî şer ê DAIŞê kuşt!
    Rayedarê HDPê: NATO di dîroka xwe de tucarî midexaleya şerê navxweyî nekiriye
    Etîketan:
    meşq û perwerdehiya leşkerî, leşkerên tirk, qabiliyeta leşkerî, sedemên tevgera Tirkiyayê, tecrubeya Rojava, xistina balafira rûsî, artêşên herî pêşketî yên cîhanê, Rêvebiriya Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê, Tariq Cewher Sermamî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de