17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Xaza xwezayî (suriştî)

    KERKÛK - Xeta xaza xwezayî ya nava Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir

    © AP Photo/ / Sergei Chuzavkov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Ji bo ku xaza xwezayî ya Kekûkê bighîje Tirkiyeyê û ji wir jî li bazarên cihanê belav bibe xetek tê çêkirin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku ji bo xaza xwezayî ji Kerkûkê îxracê Tirkiyeyê bibe, dest bi çêkirina xetê hat kirin.

    Endamê Komîsyona Enerjî a Meclisa Kerkûkê Necat Huseyin ragihand ku çêkirina xetê dest pê kir.

    Huseyin di axaftina xwe de got, piştî hevdîtina Hikumeta Herêma Kurdistanê û rêvebiriya Kerkûkê dest bi çêkirina xeta xaza xwezayî hat kirin. Ji hêla teknîkî ve em nizanin çêkirina wê kengê diqede.

    Necat Huseyin di berdewamiya axaftina xwe de got, xaza xwezayî wê ji bîra Bay Hesenê ya li navçeya Dîbîsê were derxistin. Ji bo gelê herêmê wê bibe debareke baş. Ji bo me ne girîng e xaz ji kî re here. Ya girîng ew e ku feydeya wê bighîje gelê me.

    Bi heman mijarî:

    Kerkûkî: 'Divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe'
    Kerkûkî: Faydeya serxwebûna Kurdistanê dê bigihêje Îranê jî
    Li Kerkûkê 9 milîtanên DAIŞê tevlî cebilxaneya xwe hatin girtin
    Li Kerkûkê barana dijwar: 3 kes mirin
    160 km ma xaza Kurdistanê bighîjê Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Komîsyona Enerjî a Meclisa Kerkûkê, HHK, Necat Huseyin, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de