04:46 26 Sibat 2018
Zindî
    Tariq Cewher Sermamî

    Pergala ragihandinê ya Parlamentoya Kurdistanê tê nûjenkirin

    © Foto: FB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Rêvebirê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Sermamî di çarçoveya xebatên nûjenkirin û rojanekirina pergala ragihandinê ya Parlamentoyê de bi rêvebirên şirketên navneteweyî re hevdîtinan pêk tîne.

    Hewlêr — Rêvebirê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher Sermamî ji bo pêşvebirina pergala ragihandinê ya Parlamentoyê bi Rêvebirê Şirketa IGD Marcin Buzanski re hevdîtinek pêk anî.

    Di civînê de her du aliyan derbarê pêşvebirina ragihandinê de danûstandina ramanan pêk anîn û ji bo nûjenkirina pergala ragihandinê li rê û rêbazên munasib geriyan.

    Sermamî derbarê bername û plana Parlamentoya Kurdistanê de agehî dan Rêveberê IGD û got: “Em dixwazin ku bi riya teknolojiya hevdem pireyeke xurt di navbera gel û Parlamentoya Kurdistanê de ava bikin. Ji bo pêşvebirina hêza qanûnsaziyê ya Parlamentoya Kurdistanê bikaranîna teknîk û teknolojiya hevdem gelekî pêwist e. Komîsyonên Parlamentoyê çalak in û bernameyên xwe yên hefteyî didomînin; bi alîkariya teknolojiyeke nûjen dê xebatên baştir bimeşînin. ’

    Tariq Cewher Sermamî û Marcin Buzanski
    Tariq Cewher Sermamî û Marcin Buzanski

    Bi heman mijarî:

    Lêşkerên Iraqê wezîrekî şer ê DAIŞê kuşt!
    Rayedarê HDPê: NATO di dîroka xwe de tucarî midexaleya şerê navxweyî nekiriye
    Serokê rêxistina Ehrar El-Şam hat kuştin
    Parlamentoya Kurdistanê biryara yekkirina mûçeyên şêwirmendan betal kir
    Li Cizîrê zarokekî 12 salî hate qetlkirin
    Serokê Partiya Keskan: Sîstema ku Erdogan dixwaze em jê re dibêjin dîktatorî
    Etîketan:
    bernameya hefteyî, teknîk û teknolojiya hevdem, bername û plan, nûjenkirina pergala ragihandinê, danûstandina ramanan, pêşvebirina ragihandinê, IGD, Rêvebiriya Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê, Marcin Buzanski, Tariq Cewher Sermamî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de