09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    Li herêma Başîqa 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

    © Foto: Screenshot
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Mefrezeyek terorîstên DAIŞê dixwest êrişê bibe ser sengerên Pêşmerge yên herêma Başîqa ya Mûsilê.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê berpirsê eniya Başîqa ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand ku, hewlek terorîstên DAIŞê çêbû ku xwe bi sengerên Pêşmerge ve biteqînin lê Pêşmerge êrişa wan têk bir.

    Cîgirê berpirsê eniya Başîqa ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Necim Abdullah ragehand ku Duhî êvara mefrezeyek terorîstên DAIŞê ku ji 12 kesan pêkhatibû, li gundê Bîrbeng li eniya Başîqa bi mebesta ku derbeyekê li Pêşmerge bidin, xwe nêzîkî sengerên Pêşmerge kirin.

    Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de got, demildest Pêşmerge plana wan naskir, û derbeyek mezin li wan dan û teqe li wan kirin, di encama plan û hewldana terorîstên DAIŞê hate têk birin.

    Necim Abdullah di dirêjiya axaftina xwe de got, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi awayekî tund bersiva wan dan û hemû mefreze, her 12 terorîstên DAIŞê jî hatin kuştin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Fermandara YPJê: Dinya dît ku jin çawa li dijî DAIŞê şer dikin
    Bajarê ku di bin qontrola DAIŞê de bû êdî wêran bûye
    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    Baregeha stratejîk ya leşkerî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    Komkujên DAIŞê: Armanca me PKK bû
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Necim Abdullah, Başîqa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de