07:38 21 Tebax 2017
Zindî
    Baregeha Petrolê

    Herêma Kurdistanê dê petrola xwe ji Iraqê cihê bifroşe

    © REUTERS/ Laszlo Balogh
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Endamekê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand dê Herêma Kurdistanê dê petrolê xwe êdî ji Iraqê cihê bifroşe.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî Kanala televizyonê Blomberg li ser mijara aborî, di bernameyekê da cîh da peymana Hewlêr û Bexdayê û diyarkir, Hewlêr û Bexda di payîza sala 2014ê de peyman çêkirin û li gor vê peymanê rojê Herêma Kurdistanê 550 hezar bermîlên petrola xav bi rêya şîrketa Somo bifiroşe devre û beramberda Bexda jî ji bûdceya giştî ya Îraqê sedî 17 para Herêma Kurdistanê bide. Herêma. Lê belê Herêma Kurdistanê piştî vê peymanê 2 meh şûnde dest bi firotina petrolê kir divê navberê de Bexdayê firotina petrola Kurdistanê rawestand.

    Serokê Lijneya Darayî û Aboriya Parlamentoya Kurdistanê Îzet Sabir tewli vê bernama televîzyona Blomberg bû û got derbarê vê mijarê de axivî: ‘Nirxê petrolê pir daketiye, Îraqe tenê di sala 2015an de dikarî ji petrolê 50 mîlyar dolar pere qezanç bikira'

    Îzet Sabir ragihand: ‘Li gor peymanê, Herêma Kurdistanê di sala 2016ê de pêwîste rojê 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê. Lê Bexda heta niha nikare mehaneyên ku nêzîkê yêk mîlyar dolar ya Herêma Kurdistanê bide. Ji bo vê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, bi awayê serbixwe petrola xwe vê bifiroşe derve.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Ewropayê: 'Kurdistanê nirxên mirovahiyê û pêkvejiyanê parastin'
    Sûdan: 'Em dikarin çandiniya Kurdistanê bi pêş bixin'
    Fransa: ‘Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn e'
    Îtalya: 'Em ê pêwendiyên bi Kurdistanê re xurtir bikin'
    Iraq û Kurdistan ji hev cuda dibin!
    Etîketan:
    Aborî, Parlamentoya Kurdistan, Petrol, Firotin, Îraq, bername, Kanala Blomberg, Îzet Sabir, IRAQ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de