01:05 19 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: ‘Bêyî îradeya gelê Kurdistanê sînor li ser hatin sepandin’

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Barzanî di civîna xwe ya digel Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Ryszard Czarnecki de xêzkirina sînorên Kurdistanê rexne kir û got: ‘Bêyî îradeya gelê kurd sînor li ser hatin sepandin û di encamê de rastî zilmeke nedîtî hat.’

    Hewlêr —  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna xwe ya digel Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Ryszard Czarnecki de got ku di destpêka sedsala derbasbûyî de gelê Kurdistanê ji bo azadî û parastina nasnameya xwe gelek azar kişandin, xebat kirin û qurbanî dan.

    Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘Di destpêka sedsala çûyî de bêyî wergirtina raya gelê Kurdistanê rastiyeke tehl, zulmeke giran û înkareke bêhempa li ser gelê me hate sepandin; lêbelê gelê Kurdistanê li beranberî vê rastiyê xwe bi dest ve neda û xwe parast. Niha jî gelê Kurdistanê bi awayekî aştiyane û bi riya diyalogê ber bi mîsogerkirina mafên xwe yên rewa pêngavan diavêje.

    Di beşeke din ê ya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa dirindehî û wehşîgeriya terorîstên DAIŞê kir û got ku metirsiya wan li ser hemû mirovayetiyê ye. Herwiha bi şanazî qala qehremaniya Pêşmerge û têkbirina DAIŞê kir û got: ve ‘Parastina xwişk û birayên mesîhî û pêkhateyên olî û neteweyî yên din erkeke mirovîn û niştîmanî ya gelê Kurdistanê ye.’

    Barzanî daxuyand ku mesrefên madî û mirovîn ên şer, mêvandariya koçberan û krîza aboriyê ya Herêma Kurdistanê gelekî giran in û daxwaz kir ku welatên Ewropayê ji bo alîkariya koçberan hevkariya Kurdistanê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Nûçegîhanê rojnameya Tîmesê: ‘Navçeya Sûrê herêma şer e'
    Baregeha stratejîk ya leşkerî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    Parlamentoya Ewropayê: 'Kurdistanê nirxên mirovahiyê û pêkvejiyanê parastin'
    Rûhanî: Siûdî, bi qutkirina pêwendiyan nikare sûcê xwe veşêre
    Etîketan:
    hevkariya Kurdistanê, krîza aboriyê ya Herêma Kurdistanê, mêvandariya koçberan, mesrefên madî û mirovîn ên şer, erka mirovîn û niştîmanî ya gelê Kurdistanê, dirindehî û wehşîgeriya terorîstên DAIŞê, mîsogerkirina mafên rewa, bêyî wergirtina raya gelê Kurdistanê, Parlamentoya Ewropayê, Ryszard Czarnecki, Mesûd Barzanî, Yekîtiya Ewropayê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de