09:02 17 Tebax 2017
Zindî
    Yasîn Ewad Îsmaîl

    Sûdan: 'Em dikarin çandiniya Kurdistanê bi pêş bixin'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3010

    Duh roja duşemê (04.01.2016) Konsolê Giştî yê Sûdanê yê li Hewlêrê Yasîn Ewad Îsmaîl li Selahedînê bi Serok Barzanî re civiya.

    Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Hewlêr — Konsolê Giştî yê Sûdanê yê li Hewlêrê Yasîn Ewad Îsmaîl di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de silav û rêzên Serok û gelê Sudanê pêşkêşî Barzanî kir û ragihand ku ji bo pêşxistina peywendiyên zêdetir ligel Herêma Kurdistanê amade ye.

    Konsolê Sûdanê qedrekî giran da rola Pêşmerge ya li dijî terorîstan û bal kişande ser mêvanperweriya Kurdistanê ya ku di rewşa şer û aboriya lawaz de nêzîkî du milyon koçber û penaber hembêz kirine, mînakeke gelekî geş pêşkêşî mirovayetiyê kiriye û dîrok wê serweriyê tomar dike.

    Yasîn Ewad Îsmaîl hêvî xwest ku kêşeyên aborî yên Herêma Kurdistanê zûtir çareser bibin û Kurdistan di pêşketinê de berdewam bibe; ji bo vê yekê welatê wan dixwaze peywendiyên ligel Kurdistanê bi pêş bixe û bi taybetî di warê çandinê da dikarin hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

    Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji Konsolê Sûdanê re xwest; xweşhaliya xwe ji pêşveçûna peywendiyên her du aliyan re nîşan da û ezmûna Sûdanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên navxweyî bilind nirxand.

    Bi heman mijarî:

    Li Derya Egeyê keştiya koçberan binav bû: 10 mirî
    Pûtîn: Xazê bişînin Ûkraynayê
    Heysem Menna: Ji sedî 16ê axa Sûriyeyê di destê HSDê de ye
    Komeleya Kurd: Îran rojane 7 kesan îdam dike
    Polêsan li bajarê Şirnexê 2 welatî kuştin
    Etîketan:
    aboriya lawaz, hevkariya çandinî, çareserkirina kêşeyên navxweyî, Konsulgeriya Sûdanê ya li Hewlêrê, Yasîn Ewad Îsmaîl, Mesûd Barzanî, Sûdan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de