21:49 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û Alessandra Di Pippo

    Îtalya: 'Em ê pêwendiyên bi Kurdistanê re xurtir bikin'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Îro roja duşemê (04.01.2016) Barzanî li Selahedînê konsola nû ya Îtalyayê ya li Hewlêrê xanim Alessandra Di Pippo pêşwazî kir.

    Hewlêr — Konsola nû ya Îtalyayê ya li Hewlêrê xanim Alessandra Di Pippo çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û civîneke hevnasînê hate lidarxistin.

    Xanim Di Pippo ji bo destpêkirina erk û karê xwe yê li Herêma Kurdistanê xwe amadebaşiya xwe nîşan da û diyar kir ku gel û Hikûmeta Îtalyayê girîngiyê dide pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê.

    Herwiha Xanim Di Pippoyê got ku gel û Hikûmeta Îtalyayê dixwazin ku pêwendiyên heyî derxin asteke baştir û pêşve bibin.

    Li beranberî vê yekê Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo konsolê nû û berê yê Îtalyayê xwest û sipasiya gel û Hikûmeta Îtalyayê kir ku di rojên teng de palpiştê gelê Kurdistanê bûne û serdana berpirsên payebilind ên Îtalya her ji destpêka şerê terorîstan heta niha bal kişandine ser dostaniya gelên Kurdistan û Îtalyayê.

    Serok Barzanî diyar kir ku gelê Kurdistanê dê helwest piştgiriya Îtalyaya ya ji bo Pêşmerge û Kurdistanê ji bîr neke.

    Bi heman mijarî:

    Li Geverê sewqiyata leşkerî didome
    TAYBET - Serokwezîrê Cizîrê: Dijminê me û Rûsyayê yek e
    Ji Bekir Kaya re 15 sal ceza!
    Sererkanê Amerîkayê Dunford tê Enqereyê
    Osman Baydemir: Wê welatiyên sivîl çekan hilgirin
    Etîketan:
    dostaniya gelên Kurdistan û Îtalyayê, Konsola Îtalyayê ya li Hewlêrê, Konsolxaneya Îtalyayê ya li Hewlêrê, Alessandra Di Pippo, Mesûd Barzanî, Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de