07:12 23 Çile 2018
Zindî
    Seîd Çurukkaya

    Pêşmerge: 'Em dikarin mudaxeleyî rewşa bajarên kurdan bikin'

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Spûtnîk Kurdistanê derbarê rewşa dawîn a li bajarên kurdan, pêwendî û nakokiyên PKK û PDKê, hêzên leşkerî yên Tirkiyayê yên li Başîqayê û konferansa neteweyî de bi Seîd Çurukkaye re hevdîtinek pêk anî û portreyekê pêşmergeyê dilsoz derxiste ber ronahiyê.

    Cesîm Ilhan

    Di navbera PKK û PDKê de nakokiyeke çawa heye?

    Ev nakokiya di navbera PKK û PDKê de pêşbaziya desthilatdariyê ya nava gelê Kurdistanê ye. KDP her çiqas partiya hera kevn a Kurdistanê be û piranî li Herêma Kurdistanê xebatên xwe meşandibin jî beriya PKKê li parçeyên din jî bingeke wê hebû. PKK jî wekî rêxistineke ji bo Kurdistaneke serbixwe ya yekbûyî li bakurê Kurdistanê dest bi têkoşînê kir û li parçeyên din jî gelekî çalak dixebite. Armanca PKKê ewe e ku bibe partiya yekane ya ku nûneriya her çar parçeyên Kurdistanê dike. Ji aliyê potansiyelê ve tenê KDP dikare li hemberî wê bikeve pêşbaziyê. Lewre PKK her dem û bi awayekî rêk û pêk bi PDK re di nava pêşbaziyekê de ye. Ev nakokî carinan vegeriyaye pevçûnên çekdarî jî, ev rîsk her dem zindî ye. Dema ku PKKê dest bi têkoşînê kir PDKê daxwaza xweseriya herêmî dikir û bi hinceta ku hêzeke xayîn û noker e pê re şer dikir. Îro jî PKK xweseriyê dixwaze û armanca PDK jî bidestxistina serxwebûnê ye; lêbelê dîsa ji ber pêwendiyên wê yên bi Tirkiyayê re wekî  xayîn û noker tê binavkirin. Niha PDKê jî dest bi berfirehkirina hêza xwe kiriye, li parçeyên din destekê dide hinek partiyên nêzîkî xwe, bi dewletên herêmê re pêwendiyên xwe xurt dike û dixwaze sînorekî bide hêza PKKê. Divê bê zanîn ku çavkaniya vê nakokiyê bi tevahî pêşbaziya li ser hêz û desthilatdariyê ye.

    Li Şengalê rastiya PKKê çi ye?

    Beriya DAIŞ êrişê bibe ser Şengalê hêzeke PKKê li wê deverê tunebû; lêbelê PKKê ji bo xebatên leşkerî yên li Kurdistana Sûriyayê girîngî dida vê herêmê û dixwest tê de bi cih be. Di êrişa DAIŞê de Pêşmerge nikaribû devera Şengaê biparêze û PKKê derfeteke zêrîn da destê YPGê ku korîdora di navbera Şengal û Rojavayê de bi dest bixîne. Di vê navberê propagandayeke rêxistî û bi rêk û pêk hate meşandin û gotin ku Pêşmerge ji şer reviyaye û başûrê Kurdistanê bi sayeya PKKê neketiye destê DAIŞê. Rojnameya Ozgur Gundemê nûçeyeke bi tevahî derewîn weşand û xwest ku hişmendiyekê ava bike; lewre digot ku li Ammana paytextê Urdinê DAIŞ, DYA, Urdin û KDPê civînek li dar xistine û Mûsil û Şengal teslîmî DAIŞê kirine. Ji ber ku Pêşmerge nekarîbû gelê Şengalê biparêze hinek êzidî aciz bibûn û bi bandora van propagandayan nêzikî PKKê bibûn. Piştî ku PKKê girseyeke nêzîkê xwe peyda kir, hêza xwe ya leşkerî jî xurt kir.  Niha li Şengalê beşeke hêza HPGê û pêkhateyeke nêzîkî wê hêzên YPŞê hene. YPŞ di statûya Heşda Şeibî de ji hikûmeta Bexdayê miaş werdigire.

    Gelo bandoreke nêzikatiya PDK û AKPê li ser şer û pevçûnên bakurê Kurdistanê heye?

    Têkiliyên PDK û Tirkiyayê ji zemanê Ozal vir de hene. Bi taybetî jî piştî ku AKP hate ser desthilatdariyê li başûrê Kurdistanê têkiliyên bazirganî û razemeniyên Tirkiyayê xurt bûn. Di van 10 salên dawîn de AKP û MÎTê hem bi Ocalan, PKK û HDPê re hevdîtin pêk anîn hem jî bi PDKê re pêwendiyên xwe xurt kirin. Hinek kes ji hevdîtinên rayedarên PDK û AKPê wateyeke din derdixin û wekî pêwendiyên xurt nîşan didin ku ev yek bi tevahî ne rast e. Ji ber ku PKK xwe wekî nûnerê tevahiya kurdan dibîne, dixwaze ku biryara pêwendiyên partiyên kurdan ên bi dewleteke biyanî re ew bi xwe bide.

    Gelo hêza leşkerî ya Tirkiyayê bi bandora KDPê an jî ji bo pêşeroja Kurdistanê nabe tehdîd?

    Bi texmîna min ev pirs derbarê başûrê Kurdistanê de ye. Ji sala 1997an vir de hêza leşkerî ya tirk li başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Ev bicihbûn sembolîk e û ji aliyê stratejîk ve bêqîmet e. Heke PKK û PDK nakokiyên di navbera xwe de çareser bike û ji bo armancên neteweyî yên hevpar pêwendiyên xwe ava bike ne mumkin e ku leşkerên tirk li başûrê Kurdistanê bimînin. Piştî ku DAIŞ li Iraqê xurt bû di çarçoveya Bexda û Enqereyê de û bi agehdariya Amerîkayê beriya sal û nîvekê leşkerên tirk hatin herêma Başîqayê da ku grûba Heşda Wetenî perwerde bike. Dema ku hêzên Heşda Wetenî ji erebên şiî tirsiya û hinek leşkerên tirk ên din jî xwest pirsgirêk derket; lêbelê piştî hevdîtinan Tirkiyayê leşkerên xwe yên zêde kişandin. Pêwendiyeke rasterast a pêkhatina vê bûyerê bi başûrê Kurdistanê re tuneye.

    Gelo tevgera siyasî ya kurd û hêzên çekdar ên kurd divê li ser kîjan bingehê bigihêjin hev?

    Tevgerên siyasî yên kurd, bi taybetî jî kurdên bakurî divê daxwazên xwe zelal bikin.  Dema ku tê gotin ‘ji bo kurdan statû’ ne eşkere ye bê ka kîjan statû tê xwestin. Kurdên ku li Tirkiyayê dijîn heta ku mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bi dest nexin Pirsgirêka Kurdî çaerser nabe. Lewre divê kurd pêşiyê armancên xwe yên siyasî dityar bike û paşê dest bi rêxistineke leşkerî bike. Rêveberiya cewherî bi çekan pêk nayê; lê bi amadekirina qanûneke bîngehîn a nû mumkin e.

    Sala îsalîn vegeriyaye heyameke pevçûnê ya bi dewleta Tirkiyayê re. Gelo çareseriya yekane ya vê rewşê çi ye?

    Hinek partiyên siyasî yên kurd dibêjin ku pirsgirêka kurdî ya li bakurê Kurdistanê bi riya rêveberiya cewherî bê çareserkirin. Wisan e hemû siyasetên beriya vê heyamê bi tevahî çewt bûne. Ji ber ku ‘rêveberiya cewherî’ an jî ‘xweserî’ pirsgirêkeke îdarî ye. Dewleta Tirkiyayê ji aliyê rêveberiyeke navendî ve tê rêvebirin û qanûna wê ya bingehîn destûrê nade rêveberiyeke xweser. Saziya ku dikare qanûneke bingehîn amade bike tenê parlamento ye. Li parlamentoya Tirkiyayê ji 60î zêdetir parlamenterên HDPê hene. Divê ev parlamenter li ser pêşqanûneke bingehîn a wisan bixebitin ku rêveberiya xweser jî qebûl bike. Li şûna ku zarokên 12-15 salî bişînin ber panzeran, heke ev parlamenter li parlamentoyê daxwaza rêveberiya xweser bikin û heke ev daxwaza wan di qanûna bingehîn de cih negire bila bikevin greva birçîbûnê; ev çalakiyeke rasteqîntir e û bandora wê jî xurtir e.

    ‘Heke li bakurê Kurdistanê konferansa neteweyî pêk were ji bo parastina gelê sivîl Pêşmerge dikare mudaxeleyî rewşa bakur bike.’ Gelo hûn dikarin vê gotina xwe hinekî zelaltir bikin.

    Ev çendî çend sal in ku her kes dipirse bê ka çima kongreya neteweyî nacive. Kurd li derveyî îradeyên xwe hatine parçekirin û têkoşîna her parçeyî di asteke cuda de ye. Bi min, beriya ku konferansa neteweyî pêk were divê li her parçeyî konferansên neteweyî bicivin. Li bakurê Kurdistanê şer derketiye û bi sed hezaran kes bi neçarî koçber bûne. Divê hemû partiyên siyasî civînan li dar bixin û li hev bikin bê ka gelê kurd çi dixwaze û daxwaza wî ya siyasî çawa ye. Di bin navê parastina gel de kolandina xendeqan taktîkeke şaş e û divê dev ji rêbazê bê berdan. Her çi rêbaz hebe, heke bibe sedema wêranbûna mal û avahiyên gel, wisan e ev rêbazeke şaş e.  Heke nûnerên meşrû yên gelê kurd daxwazên xwe yên zelal û meşrû derxine holê, wê hingê dikarin bi rêbazeke munasib a din jî têkoşîna xwe bidomînin. Wê hingê pêşmergeyên dilsoz dikarin bi roleke çalaktir rabin. Kesên bi destê zarokên 12-15 salî xendeqan didin kolandin û dibêjin em şer dikin şaşiyê dikin. Ji bo ku pêşmergeyên dilsoz mudaxeleyî rewşê bikin divê hemû partiyên siyasî di konferanseke neteweyî de bicivin û daxwazeke siyasî ya zelal diyar bikin. Herwiha divê rêbazeke nû ya têkoşînê bê ceribandin. Pêşmerge tenê ji bo daxwazên meşrû û mafdar ên navneteweyî dikare bi rêbazên navneteweyî mudaxele bike û bikeve şerekî. Lewre kaşkirina zarokên ji 17 saliyê biçûktir ber bi şeran bi serê xwe helwesteke şaş e.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina cihadîst piştgirî da Erebîstana Siûdî
    Hêzên Pêşmerge: ‘Divê Kurd bibin yek û serxwebûna Kurdistanê bixwazin'
    Li dijî êriş û dorpêça dewletê greva birçîbûnê ya Elewiyan didome
    Ûkrayna: Qanûnên me destûra avakirina baregeha leşkerî ya Amerîkayê nade
    Li Sûrê polêsekî tîm hate kuştin
    Etîketan:
    kongreya neteweyî, konferansa neteweyî, daxwazên meşrû û mafdar ên navneteweyî, Kurdistana serbixwe ya yekbûyî, pêşbaziya li ser desthilatdariyê, nakokî, Pêşmerge, Seîd Çurukaya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de