08:22 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Hemê Hecî Mehmûd û hevjîna wî

    Hêzên Pêşmerge: ‘Divê Kurd bibin yek û serxwebûna Kurdistanê bixwazin'

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3810

    Sekreterê Giştî yê PSDK û Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Kerkûk û derdora wê Mihemed Hacî Mehmûd, ragihand û got: Divê kurd bibin yek û serxwebûna Kurdistanê bixwazin.

    Navenda Nûçeyan — Mihemed Hacî Mehmûd ji kanala K24 ê re axift û tekez kir ku divê Kurd yek dest, yek deng û yek helwêst bin daku bikaribin rûbirûyê dijmin bibin û got: "Niha ji bo Kurdan baştirîn derfet e da serxwebûna xwe werbigirin û daxwaza serxwebûnê bikin."

    Hacî Mehmûd, derbarê rewşa Kurdistanê de got: "Kurdistan bi hemû navçeyên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye, ji ber niha şerê DAIŞê li Kurdistanê ye û eniyeke dûr û dirêj zêdeyî hezar kilometer li xwe digire, sal û nîv dibe Kurdistan xwînê dirjîne jib o parastina xwe, vana hemûyan wiha kiriye ku Kurd bibin faktorekî bihêz ên navçeyê, ji ber rewşa navçeyê bi tevahî aloz e."

    Herwaha Mihemed Hacî Mehmûd wiha axifî: "Bûyerên Rojhilata Navîn hewqasî mezin bûne û ew yek derbas kirine ku tenê dewletek bikaribe çareser bike, wek ku eşkere ye Amerîka ligel zêdeyî 50 welatan hevpeymaniyê dike, li aliyekî din Rûsya ligel çendîn dewletên din hevpeymaniyê dike. Ji xeynî vêna Erebistana Siudiye jî bi 30 dewletan re hevpeymaniyê dike, loma pirs mezin e. Kurdan jî di dema sal û nîvekê de li eniyên şer karîne destkefteke mezin bidest bixin."

    Mihemed Hacî Mehmûd xeberdana xwê wiha berdewan kir: "Heta niha cografyayeke siyasî' ya Kurdan nîne, lê bi rêya wan destkeftên ku bidest xistine, bi awayekê bûne balanseke mezin a navçeyê, vêna jî wiha kiriye ku welatên bihêz ên cîhanê li ser nêzîkbûna ligel Kurdan bikevin kêbirkeye, loma divê niha Kurd nav mala xwe organize bikin, yek deng, yek dest û yek helwêst bin, daku bikaribin di asta van bûyerên mezin de bin, ku li Rojhilata Navîn hene. Ji xeynî vêna divê haya Kurdan ji wê yekê hebe ku piştî DAIŞê careke din cografyaya siyasî tê danîn."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mihemedê Hecî Mehmûd ji bo aloziyan bangî partiyên Kurdistanê kir
    Hecî Mehmûd: Heta ala Kurdistanê li Hemrîn biçikînin, pêşve diçin
    Bi Wêne – Hevjîna Hecî Mehmûd, Amîne Xanî jî di eniya şer de ye
    Etîketan:
    serxewebûn, Kurdistan, kurd, DAÎŞ, Mihemedê Hecî Mehmûd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de