17:57 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    PE: 'Bê Kurdistanê aştî nabe!'

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5410

    Parlamentoya Ewropayê (PE) ragihand ku, bêyî Kurdistanê çareseriya aştiyane li deverê nabe.

    Navenda Nûçeyan — Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Selahedîn pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Richard Chernetskiry kir.

    Di hevdîtinê de Richard Chernetskiry behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û ji ber pêşkevtinên ku di 20 salên borî de bidest hatine, pesna gelê Kurdistanê da û Kurdistan wek faktorekî giring di tenahiya deverê de da naskirin.

    Chernetskiry herwiha ragihand: "Bêyî Kurdistanê çareseriya aştiyane li deverê bidest nayê."

    Di berdewamiya axavtina xwe de, Chernetskiry amaje bi rolê Herêma Kurdistanê di asta cîhanê û parastina asayişa navdewletî de kir û got: "Gellek pêwîst e ku Ewropa û cîhan agahdarî rastiyan û rolê Kurdistanê di ewlehiya deverê û dabînkirina aştiyê li herêmê bin."

    Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê herwiha piştgîriya xwe jî bo berfirehkirina hewlên welatên Ewropayê bo zêdetir piştgîrîkirina Kurdistanê di warê aborî û mirovî de ragihand.

    Richard Chernetskiry amaje bi kultura pêkvejiyanê û toleransa gelê Kurdistanê kir û ew yek wek şanazî bi nav kir û rêza xwe jibo wê kultura gelê Kurdistanê anî ziman.

    Chernestskiry destxweşî li Barzanî û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kir, ku "rûbirûyê terorê dibin û piştevaniyê li mesîhiyan û pêşkhateyên din dikin û wan ji gef û êrişan diparêzin û penahê didin wan."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şanda DTKê serdana Serokê Herêma Kurdistanê dike
    PANORAMA 2015 - KURDISTANA ÎRANÊ
    Ji Kurdistanê dîrok û şaristanî difure
    Peyama Barzanî ya sala nû: Ez piştrast im pêşerojek geş li benda Kurdistanê ye
    Kerkûkî: Faydeya serxwebûna Kurdistanê dê bigihêje Îranê jî
    Iraqê ji Serokê Kurdistanê alîkarî xwast
    Etîketan:
    AE, Barzanî, Pêşmerge, aşitî, Richard Chernetskiry, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de