17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdên-Êzidî

    Çarenivîsa 2500 êzidiyên Şengalê ne diyar e

    AA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Li gorî nûçeya Meda Pressê, Konseya Bajêr a Nînowayê hejmara êzidiyên rizgarkirî û di destê DAIŞê de mayî eşkere kiriye.

    Navenda Nûçeyan – Endamê Konseya Bajêr a Nînowayê (Mûsil) Hisên Tatanî ragihand ku di heyama dagirkirina Şengalê de DAIŞê 5 hezar kurdên êzidî desteser kiribûn û ji vê hejmarê 2500 kes hatibûn rizgarkirin.

    Li gorî daxuyaniya Tatanî hêj 2500 kes di destê DAIŞê de mane û çarenivîsa wan ne diyar e.

    Tatanî diyar kir ku beriya Komkujiya Şengalê gelheya tevahiya bajêr bi qasî 360 hezarî bûye û van demên dawîn rojane 5-7 kes ber bi Ewropayê koç dikin.

    Bi heman mijarî:

    Ocalan: Hûn ê siyaseten li pişt gotina xwe bisekinin?
    Rûsyayê bertek nîşanî Erdogan da
    Ukraynayê ji bo Rûsyayê ambargoya xwarinan ragihand
    Hevşaredara Silopiyayê û ajokarê wê hatin binçavkirin
    Li Çînê bi mezinahiya 6,4 erdhej pêk hat
    Etîketan:
    gelheya tevahiya bajêr, dagirkirina Şengalê, Komkujiya Şengalê, kurdên êzidî, Konseya Bajêr a Nînowayê, Hisên Tatanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de