08:12 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    YNK: ‘Bila Barzanî bimîne’; GORAN: ‘Bila Barzanî here’

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Li gorî nûçeya Rûdawê derbarê krîza serokatiya Herêma Kurdistanê de çareser bibe divê Barzanî xwe bide aliyekî. YNK jî dibêje, ev hişkegirêk tenê bi destê Barzanî vedibe.

    PKK
    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Navenda Nûçeyan — Tevahiya partiyên Herêma Kurdistanê dibêjin bila serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin û desthilatdariya wî jî were kêmkirin; lê PDK dibêje bila serok ji aliyê gel ve were hilbijartin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe jî gotibû ku yan heta hilbijartinên 2017an bila kesekî li şûna wî wekî serok destnîşan bikin yan jî bila ew li cihê xwe bimîne heta hilbijartinan.

    Kordînatorê navbera parlamento û hikûmetê yê Goranê û endamê Civata Niştimanî ya Goranê Bayezîd Hesen diyar kir ku krîza serokatiyê divê li nav parlamentoyê de were çareserkirin û got: ‘Ji bo ku ev krîz û alozî were çareserkirin divê Barzanî dest ji serokatiyê berde û xwe bide aliyekî. Bila hikûmet û parlamento xebatên xwe bidomînin.

    Endamê Buroya Siyasî ya YNKê Saman Germiyanî jî wiha dibêje: ‘Eger Barzanî xwe xwediyê pirsgirêkê bibîne û tenê di nav partiya xwe de nemîne wê çaxê dikare vê girêkê veke. Li gorî min partiyên siyasî amade ne ku pê re rûnên û vê krîzê çareser bikin.’

    Hêjayî gotinê ye ku dema diyarkirî ya ji bo serokatiya Barzanî 20ê Tebaxa par xilas bibû; lê Şûraya Herêma Kurdistanê biryar dabû ku Barzanî heta 2 salên din jî li ser kursiya xwe bimîne.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: ‘Em destûrê nadin ku YPG derbasî rojavayê Çemê Firatê bibe
    PANORAMA 2015 - KURDISTANA ÎRANÊ
    Nasnameya zarokê li Sûrê qetilkirî diyar bû
    Li Rojava kurd bi pêş ve diçin
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    DAIŞê êrişî Pêşmerge kir! Hemû DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    serok, Parlamento, krîza serokatiyê, Goran, YNK, PDK, Saman Germiyanî, Bayezîd Hesen, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de