01:14 14 Kanûn 2017
Zindî
    Seîd Memozînî

    BEAS û DAIŞê şer kir: Rewşa awarte û 47 kuştî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê PDKê yê Mûsilê Seîd Memozînî ragihand ku di navbera BEAS û DAIŞê şer derketiye û DAIŞê li 3 taxên bajêr qedexeya derketin û hatin-çûnê ferz kiriye.

    Navenda Nûçeyan – Rewşa bajarê Mûsilê yê ku ji par havînê ve ketiye destê DAIŞê roj bi roj aloztir dibe. Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Mûsilê Seîd Memozînî li ser malpera partiya xwe daxuyand ku li nava Mûsilê di navbera terorîstên DAIŞê û terorîstên BEASê (piştgirên Izet Dûrî, alîkarê berê yê Sedam Husên) de şer derketiye û bi dehan kes hatine kuştin.

    Seîd Memozînî eşkere kir ku piştî şer û pevçûnê DAIŞê qedexeya derketina derveyî malan li bajêr ferz kiriye û di encama şerê her du komên terorîst de herî kêm 47 kes ji her du aliyan hatine kuştin.

    Rayedarê PDKê herwiha diyar kir ku zêdetirî 500 terorîstên DAIŞê yên ku di şerê Rumadiyê de hatibûn kuştin û birîndar bibûn, derbasî Mûsilê bûne û got: ‘DAIŞ bi riya mizgeftan daxwaza xwînê ji welatiyan dike; lê kes naxwaze xwîna xwe bide terorîstan. Lewre DAIŞê ji bo ku xwînê ji wan bistîne 300 kes bi zorê birine nexweşxaneyan. Herwiha ji bo ku morala terorîstan xweş bikin 271 jinebî li wan parve kirin.’

    Bi heman mijarî:

    Bîlonçoya îro: Nêzî 60 welatiyên kurd hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin
    Li Sûrê şer: ‘1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin'
    DAIŞê bi top û rokêtan êrişî hêzên kurdan kir!
    Rûsya: Me li tankerên DAIŞê yên ku diçûne Tirkiyeyê xist
    2016- AMERÎKA: "Tirkiya dê êrişî Rojava bike!"
    Etîketan:
    şerê meydanî, BEAS, DAIŞ, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Seîd Memozînî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de