23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Kemal Kerkûkî

    Kerkûkî: Faydeya serxwebûna Kurdistanê dê bigihêje Îranê jî

    © AP Photo/ Hadi Mizban.
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3401

    Endamê Buroya Siyasî ya PDKê Kemal Kerkûkî beşdarî kanala televîzyonî ya Rûdawê bû li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û referandûma serxwebûnê axîvî.

    Hewlêr – Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî derheqê bandora krîz û nakokiyên siyasî yên li pêşberî serxwebûna Kurdistanê wiha got: ‘Nabe berjewendiyên partîgiriyê û nakokiyên siyasî li pêşiya serxwebûnê bibin asteng. Eger hemû hêz û partî daxwaza serxwebûnê bikin, PDK bi wan re li hev neke jî dîsa biryara dawîn a gel dê bi ser keve.’

    Kerkûkî derbarê helwesta Tirkiya, Îran û Iraqê ya li hemberî serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî got: ‘Tirkiya ne li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ye. Erdogan beriya niha gotibû ku ew li dijî serxwebûnê ne. Îran jî dê razî bibe. Ji ber ku serxwebûna Kurdistanê dê faydeyê bide wê jî. Em amade ne li ser vê mijarê bi Iraqê re dest bi diyalogeke dûr û dirêj bikin û Bexdayê razî bikin. Jixwe dema ku gel biryara xwe bide Îran jî dê qebûl bike.’

    Kerkûkî anî ziman ku di warê aborî û dîplomatîk de şert û merc ji bo serxwebûnê hatine amadekirin û wiha got: ‘Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hestiyarî û pêşbîniyeke kûr li ser wê mijarê dixebite. Dema ku ji Amerîkayê jî vegeriya bi hêzên siyasî re rûnişt û ji wan re got “eger em yek bin em amade ne ku serxwebûnê ragihînin”.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Amerîka nebûya, Tirkiye nikarîbû li Iraqê bê hurmetî bikira
    Li Enqereyê du komkuj hatin girtin
    Medvedev, biryara mueyîdeyên nû yên Tirkiyeyê îmze kir
    Li Daxistanê êrişî geştyaran kirin: 1 kuştî û 10 birîndar
    Talîban Li Afganistanê êrişî bajêr kir: 9 kuştî
    Etîketan:
    hestiyarî û pêşbînî, şert û merc ji bo serxwebûnê, biryara dawîn a gel, berjewendiyên partîgiriyê, nakokiyên siyasî, serxwebûna Herêma Kurdistanê, daxwaza serxwebûnê, Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Kemal Kerkûkî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de