04:36 16 Kanûn 2017
Zindî
    Ebû Bekir Bexdadî

    Sekreterê Bexdadî hat kuştin

    © AP Photo
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine Berpirsê PDKê yê li Mûsilê Îsmet Receb, di encama bombebarana balafirên şer ên aydî Hêzên Hevpeyman de Sekreterê Ofîsa Bexdadî hatiye kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ragihand ku balafirên şerî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê îro piştî nîvro li Mûsilê çend navendên DAIŞê bombebaran kirine.

    Îsmet Receb diyar kir ku di encama bombebaranê de Sekreterê Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî Tehsîn Vasiq ligel 4 terorîstên din hatine kuştin.

    Hêjayî gotinê ye ku Mûsil ji Hezîrana 2014an vir de di bin kontrola DAIŞê de ye û balafirên Hêzên Hevpeyman bi êrişên hewayî hêza DAIŞê lawaz dike. Herwiha berî 2 rojan di encama êrişeke hewayî de Berpirsê Darayî yê DAIŞê Îsmail Sebavî kuştibû.

    Bi heman mijarî:

    Li Efrînê seferberî hat îlankirin
    ŞENGAL - Şerê bi top û tankan dest pê kir!
    Rûsya: Êrişa Su-24ê îspata alîkariya Enqereyê bo DAIŞê ye
    Li Kerboranê qedexe hat rakirin
    Hevseroka HDPê ya Mûşê hate girtin
    TAYBET - Endamê DAIŞê: Min di trempeya dîlên Tirkiyeyê de wezîfe girt
    Etîketan:
    balafirên şerî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, di encama êrişên hewayî de, di encama bombebaranê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), DAIŞ, Îsmail Sebavî, Ebûbekir Bexdadî, Tehsîn Vasiq, Îsmet Receb, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de