12:56 17 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge

    ŞENGAL - Şerê bi top û tankan dest pê kir!

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine fermandarekî Pêşmerge, li Şengalê şerekî giran ê bi tank û topan di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de dest pê kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarekî Hêza Pêşmerge yê li Dihokê Xalid Hemzo bi daxuyaniyekê ragihand ku îro piştî nîvro derdora saet 15:00an li nêzîkî Domîza Şengalê şerekî dijwar di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de qewimiye.

    Hemzo diyar kir ku terorîstên DAIŞê li dijî çeper û wargehên Hêzên Pêşmerge plana êrişeke berfireh danîne; lêbelê Hêzên Pêşmerge bi tank, zirxpoş, top û çekên giran bersiv dane DAIŞê.

    Fermandarê Pêşmerge destnîşan kir ku DAIŞê jî bi çekên giran, bi top û roketan çeperên Hêzên Pêşmerge kirine armanc.

    Xalid Hemzo got ku agahiyên îstixbaratî gihîştine destê Pêşmerge ku DAIŞ ji bo êrişeke mezin a bejahiyê dest bi amadekariyên berfireh kiriye û ev plana wê hatiye pûçkirin; herwiha cihê kombûn û tevgerên wê hatine topbarankirin.

    Li gorî agahiyên berdest, terorîstên DAIŞê li gundên Kirof û Rombûsî li hev kom bûne; ji bo parastina xwe tunêl, stargeh û kanalên binerd ava kirine.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerboranê qedexe hat rakirin
    Hevseroka HDPê ya Mûşê hate girtin
    Agehiyên derbarê xwendekarê kurd de ne zelal in
    Polêsan bi çekan li Parlementerê HDPê mudaxele kirin
    Yuksekdag: Deklerasyona KCDê metna çarçoveya makeqanûnê ye
    Iraq: Bêyî Pêşmerge Mûsil azad nabe
    Etîketan:
    êrişa berfireh, amadekariyên berfireh, agahiyên îstixbaratî, terorîstên DAIŞê, Hêzên Pêşmerge, Xalid Hemzo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de