23:48 24 Hezîran 2018
Omer Çeçenî

Omer Çeçenî li Silêmaniye yê hat girtin

© Foto : haber sol
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Li gorî îdiaya hinek ajansên kurdî Omer Çeçenî yê emîrê DAIŞê li Silêmaniyê hat girtin.

Navenda Nûçeyan — Li gor hinek ajans û malperên Iraq û kurdî ku Omer Çeçanî hatiye girtin û li Silêmaniyê hatiye zîndan kirin.

Li gor malpera Navxwe û ya Newa yên kurdî li bajarê Silêmaniyê ku di roja şemiyê de, di opreasyoneke hevbeş yên hêzên Emerîka û hêzên Iraq û hêzên dije terorê kurd de ku li navçeya Riyazê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, çendîn terorîstên DAIŞê hatine girtin ku di nava wan de, serleşkerê giştî yê DAIŞê Omer Çeçanî jî heye.

Her weha jêderên ewlehiya Iraqê jî heman nûçeyê dibêjin lê derbarê cihê veghustina girtiyên DAIŞê nîşan nadin û tiştekî wiha nabêjin wek ku hinek malperên ser bi ajansên kurdî gotine ku Omer Çeçanî di nav wê komê terorîstên ku li operasyona Riyazê hatine girtin de ye û ew rewaneya bajarê Silêmaniyê kirine û radestî zîndana Silêmaniyê hatiye kirin.

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyeyê derbeyek mezin li konvoya petrolê ya DAIŞê xist
Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
Artêşa Iraqê bajarê Rûmadiyê ji destê DAIŞê rizgar kir
MÛSİL - DAIŞê 837 jin îdam kir!
Îranê gazî Çînê kir: 'Li dijî DAIŞê şerê meydanî bike, em ê comerd bin'
Etîketan:
DAIŞ, Hêza Pêşmerge, Artêşa Amerîkayê, Omer Çeçanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de