22:12 20 Hezîran 2018
Mihemedê Hacî Mehmûd

Mihemedê Hacî Mehmûd ‘xelata bavê şehîdan’ wergirt

© Foto: BasNews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Peymangeha Diyalogê ya Navneteweyî Mihemedê Hacî Mehmûd layiqî ‘xelata bavê şehîdan’ dît û bi merasîmekê xelata wî teslîm kir.

Navenda Nûçeyan – Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd ji aliyê saziya ramyariyê ya bi navê ‘Peymangeha Diyalogê ya Navneteweyî’ ve hate xelatkirin.

Merasîma xelatdayînê li gundê Gulexaneyê yê Şarezora bi ser parêzgaha Helebçeyê hate lidarxistin û Nûnerê Peymangeha Diyalogê ya Navneteweyî Muşîr Gelalî û Mihemedê Hacî Mehmûd di çalakiyê de axivîn.

Muşîr Gelalî derbarê vê xelatê de wiha got: 'Kek Heme wekî fermandarekî Pêşmerge ligel rehmetiyê kurê xwe di sengeran de li dijî terorîstên DAIŞê şer kir û xaka Kurdistanê parast. Korayî be, kurê wî şehîd ket û ji nava koç kir. Em gelekî dilxweş û şanaz in ku ‘xelata bavê şehîdan’ radestî cenabê wî bikin.'

Mihemedê Hacî Mehmûd jî di axaftina xwe de got ku tirsa wî ne mirina di sengera şer de ye; lêbelê mirineke li malê û di nava cil-nivînan de ye.

Bi heman mijarî:

Li Hesekê pirtûkxane şewitî
Êriş û qedexeyan denbêjekî kurd kuşt
Ji Rûsyayê hişyarî: ‘Welatê me ji Ewropayê ewletir e’
Dewleta tirk li 5 bajarên Swêdê hat şermezarkirin
Li Kerboranê teqîna dijwar
Etîketan:
sengera şer, xelata bavê şehîdan, merasîma xelatdayînê, Pêşmerge, Peymangeha Diyalogê ya Navneteweyî, Mihemedê Hacî Mehmûd, Muşîr Gelalî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de