07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Şerê Pêşmerge bi DAÎŞê re

    Operasyona taybet ya hêza Amerîka û kurdan: Kuştî û birîndar hene

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5511

    Hêza taybet ya Amerîkayê û hêza kurd operasyoneke hevpar kirin û di encamê de 20 milîtan hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Hêzeke hevbeş a Amerîka û kurdan li nahiyeya Riyaz a parêzgeha Kerkûkê operasyoneke taybet pêk anîn. Kuştî û birîndar û girtiyên DAIŞê hene.

    Rêveberê Polêsên Navçe û Nahiyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragihand, şevê din saet 23:00, hêzekî hevbeş ya Amerîka û kurdan li nahiyeya Riyaz a ser bi navçeya Hewîce ve operasyoneke taybet pêk anîn. Ew hêz ji balafiran daketin erdê û operasyon pêk anîn û tê de şer û pevçûn rû dan. Li gorî agahiyan, yek ji kuştiyan navê wî Husên Umeyir Esafî ye, ku yek ji fermandarên leşkerî yê DAIŞê bû.

    Qadir red kir ku di wê operasyonê de tu Pêşmerge dîl nehatibûn girtin û wiha domand: "Ew hêza ku di operasyonê de beşdar bû, dê agahiyen berfirehiya operasyonê ji raya giştî re belav bike.

    Bi heman mijarî:

    KERKÛK- Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman çepera DAIŞê têk birin
    MEXMÛR - Pêşmerge: ‘DAIŞê taktîka şerê xwe guhertiye’
    Pêşmerge operasyon pêk anî: 3 emîrên DAIŞê hate kuştin
    Almanya dîsa pêşmerge re çekan bişîne
    Pêşmerge fermandarekî DAIŞê kuşt
    Etîketan:
    Hêza Pêşmerge, Artêşa Amerikayê, DAIŞ, Emîd Serhed Qadir, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de