19:27 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Çekdarên YPGê

    YPG: ‘Eger êriş berdewam bikin emê bi tundî bersivê bidin'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9301

    YPGê diyarkir ku êrişên komên çekdaran dewam bikın wateya agirbestê namîne û ew dê bi tundî bersivê bidin êrişan.

    Navenda Nûçeyan — Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrişên komên çekdaran ya ku li ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û êrîşên komên çekdar dewam bikin emê agirbestê divê bi dawîkin û dest bi şer bikin.

    Berdevkê YPGê li Efrînê Firat Xelîl diyar kir: ‘Hin komên çekdar êrişên xwe li ser Efrînê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin û agirbestê binpê dikin. Xelîl axaftina xwe wiha domand, eger êriş berdewam bin û rewş bi vî awayî be, şervanên YPGê dê bi tundî bersivê bidin.'

    Derbarê agirbesta navbera YPGê û Odeya Operasyona Fetih a li Helebê de, Firat Xelîl got: ‘Eger êrişên wan berdewam bikin, êdî ti wateya wê agirbestê namîne û ew jî dê şer bidin destpêkirin.

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Wateya agirbestê namîne
    YPGê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir
    Fermandarê YPGê: Rûsyayê derbeyên giran li DAIŞê dan
    ‘Pêşmerge û YPG hevparên Amerîkayê ne'
    YPGê bang kir: "Vegerin ser cih û malên xwe."
    Etîketan:
    Odeya Operasyona Fetih, Firat Xelîl, Komên çekdar, YPG, Êrîşên komên çekdar, Firat Xelîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de