07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Koçberên xeniqî

    Cenazeyên 15 penaberên kurdên êzidî birin Kurdistanê

    © AFP 2017/ ARIS MESSINIS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    15 cenazeyên penaberên êzidî k udi Deryaya Egeyê de xeniqî bûn derbasî Herêma Kurdistanê kirin.

    avenda Nûçeyan - Cenazeyên 15 kurdên êzîdî yên vê dawiyê di nav Deryaya Ege ya Tirkiyê de xeniqîbûn, derbasî Herêma Kurdistanê kirin.

    Berpirsê karûbarên kurdên êzîdî di Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê de, Xeyrî Bozanî ragihand ku îro termên 15 koçberên êzîdî yên li ser rêya Ewropayê di Deryaya Ege de xeniqîbûn, bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê wê herin Kurdistanê.

    Bozanî da zanîn ku cenazeyên wan êzîdiyan bi alîkariya Wezareta Derve û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Kurdistanê tên veguhestin.

    Wî rayedarê hikûmetê her wiha got, termên 2 êzîdiyên din jî hene lê hîn amadekariya veguhestina wan bo Kurdistanê xilas nebûye, kengê amadekarî xilas bû ew jî dê bên veguhestin.

    Li gorî agahiyên Bozanî, di nav wan miriyan de jin û zarok jî hene lê piraniya wan zilam in.

    Bi heman mijarî:

    Heta niha 100 kurdên êzidî di rêya koçberiyê de mirine
    Nûçeya ku DAIŞ jin û zarokên êzidî difroşe çû parlamentoya Tirkiyeyê
    ŞENGAL- Gora komî ya 6emîn: 110 kurdên êzidî
    Kurdên êzidî: ‘Bila Rûsya êzidiyên revandî rizgar bike'
    Êzidî: 'Daxwaziya alfabeya latînî dikin'
    Etîketan:
    Karûbarên Êzîdiyan li Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê, Xeyrî Bozanî, Derya Egeyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de