10:18 20 Îlon 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî û Petro Graso

    Barzanî: 'Em ava rûyê mirovahiyê diparêzin'

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3001

    Nêçîrvan Barzanî di merasîma vekirina Konsulxaneya Îtalyayê ya li Hewlêrê de gotarek pêşkeş kir û vekirina Konsulxaneya Îtalyayê wekî pêngaveke dilxweşker ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên Îtalya û Kurdistanê bi nav kir.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa rola Îtalyayê ya di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de kir û got: ‘Ji destpêka êrişên terorîstan ên li ser Kurdistanê, Serokwezîrê Îtalyayê serokwezîrê yekemîn bû ku serdana Herêma Kurdistanê kir, di şerê li dijî terorîstan de piştgiriya Îtalyayê pêşkêşî xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.’

    Di berdewamiya axavtina xwe de, Barzanî sipasiya serbaz û leşkeran îtalî kir ku meşq û perwerdehî dane Pêşmergeyê Kurdistanê; herwiha cejna wan a sersalê pîroz kir.

    Barzanî di nav axaftina xwe de peyamek ji malbatên serbaz û leşkerên îtalî re şand û got: ‘Ev serbaz û leşkerên we ji hezar kîlometroyan zêdetir tixûb li pey xwe hiştine û li dijî hovtirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê piştevaniya gelê kurd dikin. Xizmên we li şûna civaka navneteweyî vî şerî dikin û em jî şanaz in ku digel we bi wêrekî û mêrxasî mirovatiyê diparêzin. Herêma Kurdistanê û Îraq di hemû waran de pêwistî bi alîkariya navnetweyî heye da ku bikaribin di vî şerî de bi ser kevin.’

    Nêçîrvan Barzanî piştî merasîma vekirina Konsulxaneyê, digel Serokê Senatoya Îtalyayê civiya û got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêwendiyên xwe yên digel Îtalyayê dilxweş e û dixwaze van pêwendiyan di hemû waran de xurtir û berfirehtir bike. Deriyên Herêma Kurdistanê li pêşiya şirket û karsazên îtalî vekirî ne û Hhikûmet amade ye ku hemû hêsankariyan ji wan re pêşkêş bike.

    Nêçîrvan Barzanî, merasîma vekirina Konsulxaneya Îtalyayê
    Nêçîrvan Barzanî, merasîma vekirina Konsulxaneya Îtalyayê

     

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Endamê DAIŞê: Tirkiye petrola DAIŞÊ distîne
    HDP daxwaza hevdîtinê ya Davutoglu qebûl kir
    Senatoya Îtalyayê: ‘Em ê alîkariya leşkerî û mirovîn bidin Kurdistanê’
    El Nusra û Ehrar el- Şam bi topên hewanan êrîşe Efrînê kirin
    CİZÎR - 2 jin 3 kes hatin qetil kirin
    Li Derya Egeyê keştiya penaberan binav bû: 13 mirî
    Etîketan:
    meşq û perwerdehiya leşkerî, şerê li dijî hovtirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê, şerê li dijî terorîstên DAIŞê, Serokwezareta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de