20:01 22 Îlon 2017
Zindî
    Efrîn

    El Nusra û Ehrar el- Şam bi topên hewanan êrîşe Efrînê kirin

    © Foto: Pukmedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1902

    Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam 2 gundên Efrînê bi topên Hewanan topbaran kirin. Di encama topbaranê de tu ziyan neqewimiye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî peyamnêrê K24ê li Efrînê ragehandiye ku, Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ku li derdora Keleha Samanê dimînin, bi topên Hawanê gundên Îsaka û Basûfanê yên herêma Efrînê topbaran kirine.

    Li gor Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî hevpeymaniya agirbestekê di navbera YPG û Odeya Operesyonên Fetih Heleb de hatibû îmzekirin, lê her du rêxistinan careke din ew rêkeftina binpê kirine.

    Li gor agahiyan topê hewanan li malan neketiye, top li zeviyên gundan ketiye.

    YPGê û Odeya Fetih Heleb derbarê şerê li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê Peyman mor kirin, li gor wê peymanê jî riya di navbera Şêx Meqsûd û Efrînê dihat vekirin.

    Keleha Samanê dikeve navbera navçeya Şêrewa ya herêma Efrîn û bajarokê Darit Izzê yê Şêrewa ji aliyê rêxistinên îslamî ve herdem tê topbarankirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Rûmadî Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê sîng bi sîng şer dikin
    Hêzên dewletê zarokek din kuştin
    Artêşa tirk Girê Spî gulebaran dike
    Li Bedlîsê şer: Çawîşekî pispor hat kuştin
    Etîketan:
    K24, Şêrewa, Efrîn, Şêx Meqsûd, Odeya Operesyonên Fetih Heleb, YPG, Êrîşa Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de