02:03 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdistan

    Barzanî ji bo pîrozbahiya mewlidê peyamek weşand

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40310

    Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama Serok Mesûd Barzanî ya ji bo pîrozbahiya Mewlidê weşand.

    Hewlêr – Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo pîrozbahiya Mewlidê bi navê Xwedê dest pê dike û bi silaveke îslamî jî diqede.

    Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya bîranîna ji dayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) pîrozbahî li hemû misilmanên cîhan, Iraq û misilmanên Kurdistanê kir.

    Barzanî hêvî xwest ku ev pîrozbahî bibe handerê çespandina hemû hêviyên bilind ên ola pîroz a îslamê; di civakê de dadwerî, lêborîn, pêkvejiyan û jihevhezkirin û rêzgirtinê xurt bike. Herwiha ev roja pîroz ji bo terorîstan û dijminên mirovahiyê jî riswayiyê bîne ku bi navê olê dirindetirîn reftarên li dijî mirovatiyê nîşan dane û bingehên pîroz ên ola pîroz a îslamê hilweşandine.

    Di dawiya peyamê de li ser zimanê Serok Barzanî wiha hate gotin: ‘Hêvî dikim ev helkeft û boneya pîroz dergeha xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistanê û navçeyê bike û dawiyê jî bi zulm û tundrewiyê û dagîrkeriyê bê û welatê me li bexteweriyê da bijî.’

    Bi heman mijarî:

    BAŞÎQ - Leşkerên tirk bi 8 mînîbusan vegeriyanTirkiyayê
    Esnafên Laleliyê: 'Krîz neyê çareserkirin em dê ji ber krîza aborî dikanên xwe dadin'
    Viyan Dexîl xelata mafên mirovan wergirt
    Ji 7ê Hezîranê heya niha 204 polês û leşker hatine kuştin
    Etîketan:
    peyama pîrozbahiyê, pîrozbahiya mewlidê, mewlid, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de