19:28 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Viyan Dexîl

    Viyan Dexîl xelata mafên mirovan wergirt

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7011

    Saziya Birayetiyê ya Mafên Mirovan salane li ser navê Rezan Zeytûneyê xelatan dide çalakvanên mafên mirovan û xelata xwe ya sala 2015an layiqî Parlementara Êzidî Viyan Dexîl dît.

    Navenda Nûçeyan — Parêzera sûriyayî Rezan Zeytûne çalakvaneke mafê mirovan e û dawiya sala 2013an ligel 3 hevalên xwe ji aliyê komeke terorîst ve li bajarê Dûma yê li gundewarê Şamê hate revandin.  Di merasîma îsal a li ser navê wê de nûner û çalakvanên mafên mirovan ên Iraq û Sûriyayê; herwiha gelek siyasetmedar beşdar bûn.

    Di çalakiya xelatdayînê kurtevîdyoyeke li ser xebat û jiyana Viyan Dexîl hate pêşkêşkirin û paşê Berpirsa Pêwendiyan a Saziya Birayetiyê ya Mafên Mirovan Mîdya Dehîr gotarek xwend. Di gotara xwe Dehîr bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Iraq û Sûriyayê ya ku di rewşeke taybet re derbas dibin.

    Viyan Dexîl jî di gotara xwe de bal kişand ser Komkujiya Şengalê û kareseta ku bi destê terorîstên DAIŞê hate serê kurdên êzidî; herwiha daxwaz ji dezgehên mafên mirovan ên Sûriyayê kir ku keç û jinên êzidî ji bîr nekin û hêvî xwest ku di demeke zûtirîn de serbest bên berdan. Viyan Dexîl derbarê lehengiya Rezan Zeytûne de jî got ku wê bi lehengî mafên gelê xwe parast û ew dê hertim di bîra mirovahiyê de bimîne.

    تكريم النائبة فيان دخيل بجائزة رزان زيتونة لـ حقوق الانسان لعام ٢٠١٥ من منظمة التآخي لحقوق الانسان.

    Posted by Vian Dakhil on Saturday, December 19, 2015

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: ‘Yên xurt em in; yên bi ser bikevin jî em in'
    Ji 7ê Hezîranê heya niha 204 polês û leşker hatine kuştin
    Di AKPê de îstifa
    Li Tirkiyeyê xwar û vexwarin paşî tevlî DAIŞê bûn
    Li Bedlîsê şer: Çawîşekî pispor hat kuştin
    Etîketan:
    siyasetmedar, çalakvanên mafên mirovan, keç û jinên êzidî, çalakvanê huqûqî, Komkujiya Şengalê, mafên mirovan, Saziya Birayetiyê ya Mafên Mirovan, Parlamentoya Iraqê, Rezan Zeytûne, Mîdya Dehîr, Viyan Dexîl, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de