21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    KERKÛK- Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman çepera DAIŞê têk birin

    © Foto: Arşîv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1701

    Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine Serperiştyarê Eniya Rojavayê Kerkûkê, Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li rojavayê Kerkûkê bi hev re li DAIŞê dan.

    Hewlêr — Serperiştyarê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand ku îro danê nîvro, agahiyên îstixbaratî yên derbarê tevgera DAIŞê de ketin destê Hêzên Pêşmerge û diyar bû ku terorîst dixwazin li nêzîkî Kaşên Xere êrişeke çeperî bidin destpêkirin.

    Kemal Kerkûkî derbarê êrişê de wiha got: ‘Beriya ku terorîstên DAIŞê êriş bikin, Hêzên Pêşmerge û balafiran bi hev re li wan xistin. Di encama bersivdana Pêşmerge de 5 terorîst hatin kuştin û çendek jî birîndar bûn.’

    Kerkûkî diyar kir ku li gorî agahiyên Pêşmerge, terorîstên DAIŞê ji bilî plana êrişê, dixwestin ku tunêlekê bikolin û xwe ji bersivdana balafiran biparêzin; lêbelê naveroka plana wan kete destê Pêşmerge.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Yûnanîstanê Filistîn nas kir
    Li Amedê çalakî, êriş û kuştin
    HACK - 'Rûpela Spûtnîk Kurdistanê ya Facebookê kete destê faşîstan'
    Rûsya: Efyona Afganîstanê li Tirkiyeyê tê amadekirin û li Ewropayê tê firotin
    Li navçeya Cizîra Şirnexê jineke din jî jiyana xwe ji dest da
    Rizgarkirina bajarê Rûmadî dest pê kir
    Etîketan:
    hejmara kuştî û birîndaran, êrişa çeperî, agahiyên îstixbaratî, Hêzên Pêşmerge, Kemal Kerkûkî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de