23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serok Barzanî digel Serokê Parlamentoya Erebî Ehmed Bin Mihemed El Cerwan

    Parlamentoya Erebî: 'Em piştgiriyê didin mafên rewa yên gelê kurd'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2801

    Serokê Herêma Kurdistanê îro roja duşemê (21.12.2015) li Selahedînê Serokê Parlemena Erebî û şanda ligel wî pêşwazî kir.

    Hewlêr — Di hevdîtinê de Serokê Parlementoya Erebî Ehmed Bin Mihemed El Cerwan serxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û xizmên Pêşmergeyan ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de jiyanên xwe dest dane. Herwiha pîrozbahiya serkeftinên mezin ên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî kir û pesnê rol, qehremanî û xebata gelê Kurdistanê ya ji bo parastina mirovatiyê kir.

    Serokê Parlementoya Erebî diyar kir ku ‘gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê  bi sedan hezar koçber hewandine û bûne penageheke lêqewimiyan; herwiha hatina xelkê ya Herêma Kurdistanê nîşaneya keramet, mezinî û dilfirehiya xelkê Kurdistanê ye’ û got: ‘Em amade ne ku hewlên xwe yên ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê bidin destpêkirin.’

    El Cerwan derbarê maf û azadiyên gelê kurd de jî got ku wekî Parlementoya Erebî piştgiriyê didin mafên rewa yên gelê kurd û divê cîhan jî bibe piştevanê gelê Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
    Li Silopyayê 11 cinaze li erdê mane
    Rûsya: Zelalkirina qeydiya qutiya balafira Su-24ê wê dem bistîne
    Keça kurd bû Şahciwana Îraqê
    Civîna 'serokê bi şal û şapik digel wezîrê bi şaşik' qediya
    Etîketan:
    piştevanê gelê Kurdistanê, mafên rewa yên gelê kurd, Parlementoya Erebî, Ehmed Bin Mihemed El Cerwan, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de